Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

*Bûyerên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wê bêne şopandin.

*Bûyer û pêşveçûnên li ser komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Meclîsê hatiye avakirin wê bên şopandin.

*Ji fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 1993'yan de serketî ye, lê belê ji ber ku dewlet bi 'zîhniyeta ewlekariyê' nêzî pirsgirêka Kurd bû, heta roja îro çareserî bi pêş neketiye û got, “Em hêvî dikin ku ev zîhniyet îro guheriye, naxwe çareserî careke din bi pêş nakeve.”

*Ercan Yilmaz anî ziman ku divê komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêk Kurd a li Meclîsê hatiye avakirin wêrek tevbigere û got: “Divê komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.”

*Rapora BÎRTEK-SEN’ê krîza di sektora tekstîlê de radixe ber çavan û diyar kir ku karker û karsaz bi awayên cuda vê krîzê dijîn. Pisporê sendîkayê Denîz Kar got: “Çareserî, têkoşîna yekgirtî ya li dijî karsazan e.”

*Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan, bên şopandin.