Bahçelî: Tê payin ku karên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî got, ew li bendê ye ku karên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.

DEVLET BAHÇELÎ

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî Serokê Desteya Rêveber a Gulseven Medya Necat Gulseven û Berpirsyarê Weşana Giştî ya TV100 Denîz Gurel qebûl kir. Serdan li Navenda Giştî ya MHP'ê pêk hat. Devlet Bahçelî di serdanê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de tê meşandin. Bahçelî got, piştgiriya partiyên siyasî hemûyan a ji bo komîsyona li meclîsê girîng e.

Bahçelî destnîşan kir ku 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo derî li pêşketinên erênî vekiriye û diyar kir ku helwesteke erênî ye ku PKK'ê çekên xwe îmha kir.

Bahçelî ragihand ku gelên Tirkiyeyê yekpare ye ku ji hev cihê nabe û got, weke MHP ji bo avabûna atmosfera aştiyê ew ji dil dixebitin. Bahçelî diyar kir ku ew li bendê ye, karên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.