Ekîn Wan di salvegera 10’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çalakiyê de hatibû qetilkirin û piştre jî bedena wê hatibû teşhîrkirin, di sala 10’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çalakiyê de hatibû qetilkirin û piştre jî leşkeran bedena wê teşhîr kiribûn, di sala 10’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya li Wanê hate bîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Beşdar, bi dirûşma “Şehîd namirin” têketin goristanê û piştre li ser gora Ekîn Wanê deqeyek rêz girtin.

Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di bîranînê de got ku di şexsê Ekîn Wanê de tundiya mêr-dewletê ya li dijî gelê Kurd û nefreta li dijî jinan hatiye îfşakirin. Gulderen Varliyê got ku pergala hevpar a mêr û dewletê teşhîr bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Pergala mêr-dewletê bi hemû nexweşikiya xwe winda kir. Têkoşîna Ekîn Wanê ji me re hiştî rêya me ronî dike û em ê teqez bi ser kevin.”

Bîranîn, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.