Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Di medyaya dîjîtal de li hemberî zarokên Kurd hêrs tê birêxistin kirin

Di nîqaşa ku bi doza Mînguzzî re girêdayî zarokên tên sucdarkirin de, Parêzar Yasemîn Soydan anî ziman ku di medya dîjîtal de li hemberî zarokên Kurd hêrs tê birêxistin kirin.

Li Kadikoyê ya Stenbolê, qetilkirina Mattia Ahmet Minguzzî yê 14 salî, di nava raya giştî de bû sedema dengvedanek mezin û di heman demê de deriyê nîqaşekê vekir. Ji ber ku kesên di vê doza qetilkirinê de tên darizandin jî di bin 18 saliyê de ne, daxwaza darizandina zarokan li dadgehên mezinan hate rojevê. Malbat û bi taybetî hin kesên li ser medyaya dîjîtal, piştgirî dan daxwazê qanûnên nû yên li ser zarokan. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Serokomarê AKP’ê Recep Tayyip Erdoğan jî erênî bersiv dan van daxwazan. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî hiqûqnasên ku têgeha “zarokên ketine nava sûc” bikar tînin, bûn hedef.

Endama Komîsyona Maf û Bîra Zarokan a ÖHD’ê Parêzer Yasemin Soydan, diyar kir ku sûcên li hemberî zarokan bi tundî û bi dûrxistinê nayên çareserkirin û bi taybetî di vê nîqaşê de zarokên Kurd jî dibin hedef. Soydan, ku destnîşan kir ev mijar pir hesas e û bersiv da pirsên me.

VAN GOTINAN DESTKEFTIYÊN NAVNETEWEYÎ BI TEMAMÎ TUNE DIKIN

Parêzer Yasemin Soydan got ku divê edaleta li hemberî zarokan ne bi tundî û dûrxistinê, bi bingehê bawerî û têgihîştinê were avakirin. Derbarê qetilkirina Mattia Ahmet Minguzzî de, ku di van demên dawî de bû sedema van nîqaşan, ev tişt anîn ziman: “Em Mattia Ahmet Minguzzî yê ku di 24’ê Çileya 2025’an de jiyana xwe ji dest da, bi xemgînî û hûrmet bi bîr tînin û ji xizmên wî re sersaxiyê dixwazin. Ev windahî me hemûyan bi kûrahî hejand û careke din girîngiya tiştên pêwîst ku di warê mafê zarokan de divê bêne kirin nîşan da. Xwezî em bêyî şahidiya van bûyerên trajîk jî hay ji van rastiyan hebûna û zarokan biparasta.

Lê belê, piştî windahiyek wisa biêş, encama ku tê derxistin, ku dîsa bi zordarî û nêzîkatiyên cezakirinê yên li hemberî zarokan têşe digire, metirsîdar e. Dadê li hemberî zarokan divê ne bi tundî û dûrxistinê, bi çêkirin, têgihîştin û baweriyê were avakirin.

Di vê pêvajoya dawî de, gelek nîqaş li ser pergala sûc a li hemberî zarokan tên kirin. Bi taybetî piştî mirina Mattia Ahmet Minguzzî, di raya giştî de tevgeriyek mezin çêbû û bi rêya medyaya dîjîtal, bi gotinên cezakirinê re qadek manipulasyonê hate afirandin. Di medyaya dîjîtal de, em dibînin ku ji bo zarokên ku lêpirsîn an doz li ser wan tê meşandin, gotinên wekî “zarokên qatil” an “zarokên sûcdar” tên bikaranîn. Ev gotin destkeftiyên navneteweyî yên ku bi têkoşînên dirêj hatine bidestxistin bi temamî tune dikin.”

VESAZIYÊN NÛ YÊN ÎNFAZÊ DIBE KU JI VÊ ATMOSFERA XERAB BANDOR BIBIN

Yasemin Soydan diyar kir ku di nîqaşên medyaya dîjîtal de hêrs li hemberî zarokên Kurd tê arestekirin û got: “daxuyaniya Wezareta Dadê ya ku amadekariya rêkirinek nû ya înfazê dike û agahiyên ku Serokomar di vî warî de talîmat daye, metirsiyê çêdike. Di vê pêvajoya aştiyê de, divê em li ser vê yekê biaxivin ku em çawa dikarin ji bo zarokan jiyanek rast çêbikin, çawa dikarin hawîrdoreke aşitiyê biafirînin. Lê berevajî vê yekê, têgihîştina ku dadê ku bi cezakirina zarokan tê payîn bi israr tê belavkirin.

Lê belê, berî ku zarok bikevin nava sûc, gelek nîşaneyên ku derdikevin holê dikarin di wexta xwe de bêne dîtin û saziyên dewletê û cihên berpirsyar dikarin pêşî li bandorbûna zarokan bigirin. Yek ji berpirsyariya bingehîn ê dewletê ev e ku şertên ku zarok ber bi sûc ve dibin di qonaxeke zû de tespît bike û li dijî van rîskan tedbîrên parastinê yên bi bandor bigire ye.

Girtina zarokan, dûrxistina wan ji civakê, cezakirina wan û ev nêzîkatiyên xerab, bi taybetî bi karanîna rewşa hestiyarî ya ku bi bûyera Mattia Ahmet Minguzzî re derketiye holê kar anîn, bi rêya medyaya dîjîtal bi taybetî li hemberî zarokên Kurd tên arestekirin. Li ser vê yekê, daxuyaniya Wezareta Dadê ya ku amadekariya rêkirinek nû ya înfazê dike û agahiyên ku Serokomar di vî warî de talîmat daye, metirsiyê çêdike ku ev vesaziyên nû ji vê atmosfera xirab bandor bibin.

DIVÊ GIRÎNGIYA ZAROKATIYÊ Û DI HER ŞERTÊ DE PARASTINA MAFÊ ZAROKAN PÊK WERE

Yasemin Soydan got ku Tirkiye ji bo zarokan di her warî de hawîrdorek bi istîsmarê tije ye û zarok ji krîza aborî, nîjadperestî, istîsmara zayendî, madeyên hişber û gelek şertên neyînî bandor dibin û neçar in di van şertan de bijîn: “Civaka Tirkiyeyê hê jî hay ji girîngiya têgeha zarokatiyê nîne. Zarokatî qonaxeke hesas e ku hemû nirx û nêzîkatiyên civakî tê de tên guhertin û avakirin. Ev qonax ne tenê mezinbûna fizîkî, di heman demê de bingeha geşedana hestyarî, zihnî û civakî ye. Ji ber vê yekê, girîngiya hawîrdoreke ku zarok dikarin tê de bi tenduristî geş bibin pir zêde ye. Divê em di vê qonaxê de tundî û istîsmar bi awayekî teqez ji zarokan dûr bixin.

Ev nêzîkatî di demeke nêzîk de bûye normeke hiqûqî. Divê em van destkeftiyan di her qonaxê de pêşve bibin û bi dilsozî nîqaş bikin ka çawa dikarin ji bo zarokan jiyanek baştir bê avakirin. Mixabin, Tirkiye ji bo zarokan di her warî de hawîrdorek bi istîsmarê tije ye; zarok ji krîza aborî, nîjadperestî, istîsmara zayendî, madeyên hişber û gelek şertên neyînî bandor dibin û neçar in di van şertan de bijîn.”

PÊWÎSTÊ DESTKEFTIYÊN DI QADA MAFÊ MIROVAN DE HER TIM WERE PÊŞXISTIN

Yasemin Soydan peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye di warê mafê zarokan de alîgirê wan e bibîr xist û wiha got: “Di sedsala dawî de di warê mafê zarokan de gelek pêşketin çêbûn. Bi Peymana Cenevreyê ya 1924’an dest pê kir û bi Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1989’an a li ser Mafên Zarokan, mafên zarokan di asta cîhanî de bûn xwedî garantiyek gerdûnî. Tirkiye jî ji sala 1928’an ve bi awayekî çalak beşdarî van xebatan bûye, bûye alîgirê Peymana Mafên Zarokan û ev peyman ji sala 1995’an ve tê sepandin.

Van pêşketinên navneteweyî bi rastî bi rêya saziyên civakî yên sivîl ên ku hişmendiyê çêdikin hatine belavkirin. Maf û azadiya zarokan bi raporên ku bi awayekî domdar ji Neteweyên Yekbûyî re têne pêşkêşkirin, ji bo ku di praktîk û polîtîkayên giştî de cih bigirin tên kontrolkirin. Lê belê, bi taybetî di pergala sûc de, em dibînin ku mekanîzmayên parastinê yên ji bo zarokan an nayên xebitandin an jî bi awayekî keyfî têne sepandin. Pêwîst e Tirkiye van garantiyên ku di asta navneteweyî de li xwe girtiye bi cih bîne.”

DI PÊVAJOYÊN DARIZANDINA ZAROKAN DE BINPÊKIRINÊN CIDÎ HENE

Yasemin Soydan diyar kir ku di van demên dawî de li Tirkiyeyê, li dijî qanûnan, hejmara bûyerên ku zarok tên binçavkirin û girtin zêde bûye û wiha axivî: “Pergala dadê yê sûc bi rastî xwedî gelek kêmasiyên hiqûqî ye ku divê bên çareserkirin. Garantiyên navneteweyî yên ku maf û azadiya zarokan rêkûpêk dikin, bi taybetî destnîşan dikin ku divê zarok tevlî darizandinên cezayî nekin û parastina wan were pêkanîn.

Xala 37’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Zarokan û Rêgezên Pekîn û Havana bi zelalî diyar dikin ku girtina zarokan divê çareya dawî be. Di vê çarçoveyê de, girtin, ji xeynî rewşên awarte, tedbîrek e ku nayê sepandin e. Her wiha, li şûna girtina zarokan an cezakirina wan, divê şertên jiyana wan ên xerab bên baştir kirin, ew bên parastin û piştgiriya psîkolojîk ji wan re bên dayîn. Lê mixabin, di van demên dawî de li Tirkiyeyê, li dijî van rêgezan, bûyerên ku zarok tên binçavkirin û girtin zêde bûne û ev kar bêyî lêkolîna civakî yan nirxandina bijîşkî ya edlî tên kirin. Rapora lêkolîna civakî û rapora psîkiyatrîk a edlî, ku ji bo nirxandina berpirsyariya cezayî ya zarokên di navbera 12-15 û 15-18 salî de pêwîst in, pir caran nayên wergirtin an jî heke bên wergirtin jî nayên berçavkirin. Di biryarên girtinê de jî tu sedem nayê nîşandan ka çima alternatîfên wekî kontrola edlî nayên sepandin.”

LI SER ZAROKÊN KURD MEŞANDINA NÎQAŞAN GOTINÊN CUDAPERESTIYÊ ZÊDE DIKIN

Yasemin Soydan diyar kir ku gotinên li ser medyaya dîjîtal ên li ser potansiyela sûcê zarokên Kurd, cudaperestiyê zêde dikin û got ku Tirkiyeyê dema bû alîgirê Peymana Mafên Zarokan, li ser xalên têkildarî zarokên kêmîneyan şertek danî: “Di van rojên dawî de, di raya giştî, medyaya dîjîtal û hin daxuyaniyan de, gotinên cudaperest ên ku dibêjin zarokên Kurd ‘potansiyela sûcê ne’ hildigirin, hatine belavkirin; bi van gotinan, bi giştî zarokên Kurd bûne hedef. Van gotinên giştîkirin, ne tenê ji bo zarokan, di heman demê de ji bo maf û azadiya tevahiya civakê jî metirsiyek cidî çêdikin.

Gotinên ku îro tên bikaranîn, vê nêzîkatiya newekhev xurt dikin û xwezaya gerdûnî ya mafê zarokan xera dikin. Zarokên Kurd hê jî wekî komek “cudatir” an “îstisna” tên dîtin; ev yek, sepandina mafê zarokan li ser bingeha wekheviyê asteng dike.

Rastî nêzîkatiyek bi vî rengî hatina zarokek tenê jî ji ber nasnameya wî/ê, cezakirina wî/ê ne ji aliyê hiqûqî û ne jî ji aliyê exlaqî ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, pêwîst e pergala dadê ya zarokan li ser bingeha wekhevî, dad û têkoşîna li dijî cudaperestiyê ji nû ve bê avakirin. Pêwîst e pergal ji bo hemû zarokan li ser bingeha mafan, tevlîkeriyê û ji cudaperestiyê hatiye paqijkirin bixebite.”