Piştî 31 salan hate berdan

Nîbel Genç a ku 31 salan rehîn hate girtin, hate tehliyekirin. Nîbel Genç bi dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hate pêşwazîkirin.

Nîbel Genç a ku li Gîrtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê rehîn dihate girtin, piştî 31 salan hate berdan. Tehliyeya Nîbel Genç a ku diviya di 14’ê Îlona 2024’an de bihata berdan, li gel biryara Desteya Rêveberî û Çavdêriyê hatibû astengkirin.

Nîbel Genç li pêşiya girtîgehê ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Arîfe Çinar,  Hevseroka MATUHAY-DER’ê Nûrten Karagoz û malbata wê ve hate pêşwazîkirin.

Nîbel Genç a ku bi dirûşemaya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ve hate pêşwazîkirin, diyar kir ku divê tavilê hemû girtiyên tên rehîngirtin, werin berdan.