EWROPA
Hemû Nûçe
-
Berxwedana Strasboûrgê di roja 112'an de ye
Greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên li Strasboûrgê di roja 112'an de bi biryardarî didome. -
Li Galê bi sedan kes ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê meşiyan
Li bajarê Newportê yê Galê çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş di roja 112’an de didome. Li Cardîffê jî bi tevlêbûna bi sedan kesan, meşek hate lidarxistin. -
Êrîşa li ser komeleya Kurd a Parîsê hate şermezarkirin
Konseya Kurd a Demokratîk a FransayÊ (CDK-F) êrîşa li ser komeleya Kurd a li Vîllîers-le-Belê şermezar kir. Agahî û belgeyên têkilî êrîşê radestî polîsan hate kirin. -
Katî Pîrî ji bo Mûşê pirs ji YSK’ê kir
Raportora Parlementoya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Katî Pîrî pirsî bê ka çima Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hemû serlêdanên mûxalefetê red dike. -
Komîsyona Ewropayê banga rêzgirtinê ji bo hilbijartinê li Erdogan kir
Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Tîmmeremans ji bo hilbijartina 31’ê Adarê bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got ji encaman re rêzdar be. -
Li Parîsê êrîşek birin ser komeleyek Kurd
Li herêma paytext Parîsê ya Fransayê, deengiya şevê êrîşek birin ser komeleya Kurdan Vîllîers-le-Bel. -
Italî ketin greva birçîbûnê, li Den Haagê grev didome
Li Den Haagê ya Hollandayê greva birçîbûnê ya 2 aktivîstan hindik maye bibe 80 roj, li paytexta Iyalyayê Romayê jî grev kete roja 17'an. Gelek Italî jî ketin greva birçîbûnê. -
Li dijî tecrîdê li Parîsê mîtîngek hate kirin
Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê mîtîngek hate lidarxistin. -
Îtalyanan li Strasboûrgê bang kirin: Em li dijî tecrîdê tevbigeri
Îtalyan û Kurdên ku li Strasboûrgê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan divê li her dera cîhanê mirov têkevin nav hewldanan. -
Kampanyaya sendîkayên Brîtanyayê ya ji bo Ocalan didome
Di Konferansa Sendîkayên Brîtanyayê de banga azadiya Ocalan hate kirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin. -
Parlamenterê Swêdê: Divê Ewropa li dijî tecrîdê helwesta xwe diyar bike
Parlementerê Partiya Çep Hakan Svennelîg diyar kir ku divê tecrîd were rakirin û ji bo vê jî divê Swêd û Ewropa têkevin dewrê. -
Fransa bi israr e ku DAÎŞ’î li cihê lê ne, werin darizandin
Fransayê carek din israr kir ku DAÎŞ’iyên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin wan negire welatê xwe. Fransa dibêje ku ‘li cihê lê sûc kirine divê hesab bidin.’ -
Der Spîegel: Tirkiye ji bo DAÎŞ'ê welatekî transît ê bêhempa ye
Der Spîegel dêhna xwe da ser pasaportên ku YPG'ê di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de bi dest xistî û got, ''Xala hevpar a hemû pasaportan ew e ku li ser hemûyan mohra ketina nav Tirkiyê heye''. -
Derhênera Elman Bez ji doza YPJ’ê beraat kir
Dadgeha Rêveberiya Munihê ji bo derhênera Elman Ûlî Bez ku ji ber parvekirina alaya YPJ’ê li ser hesabê xwe yê tevna civakî dihate darizandin, biryara beraatê da. -
Çalakgerên li Swêdê: Em ê tecrîdê bişkînin
Kurdistanî û Asûr-Sûryanên ku ji 1'ê Nîsanê ve li Stockholmê greva birçîbûnê didomînin, gotin ew tecrîda li ser rêberê civakekê niqarin qebûl bikin û gotin heta ku tecrîda ne rewa û deryasayî rabe, ew biryardar in ku têbikoşin. -
Li Berlînê çalakiya nobedê ya 4 rojan bi meşekê bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê û nobeda 4 rojan a siyasetmedarên HDP’yî ya li paytexta Elmanya Berlînê duh bi dawî bû. -
Şervanê enternasyonalîst Orsettî hate bibîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) ku li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû, hate bibîranîn. -
Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin
Li Ewropayê pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. -
Li Parîs, Evry û Toûloûseyê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Fransa Parîsê, li Banliyoya Evry û bajarê Toûloûse tecrîda Îmralî hate protesto kirin. -
Li Kolnê kesekî dî jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ozkan H. Ozdemîr ku li Kolnê ya Elmanyayê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de bû, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir. -
KCDK-E: Em bi alikariya gelê me yê Rojhilata ve bibezin
KCDK-E'yê bal kişande ser kampanyaya alîkariyê ya ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û got, ''Ji ber sedema bobelata lehiyê ku li tevahiya Rojhilat hatiye jiyîn, em alîkariyê bi gelê xwe yê welatparêz re bikin''. -
Li Strasboûrgê hişyariya bijîşk: Dibe mirin û seqetbûyîn çêbibe!
Bijîşkên ku çalakiya grevên birçîbûnê yên li Ewropa li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan dişopînin, diyar kirin ku eger demîldest nekevin nava tevgerê hişyariya dibe ku mirin û seqetbûyîn çêbibin dan. -
4’ê Nîsanê li Stavrapolê hate pîrozkirin
4’ê Nîsan Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Novoaleksandrovkiyê hate pîrozkirin. -
AvEG-Kon li dijî tecrîdê îro wê mîtîngê çêbike
Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê ya li Kolnê kete roja pêncan. Îro li qada kon saet 18.00'an wê mîtîngek were çêkirin. Di axaftinan de ya têkilî çalakiyê hate gotin Erdogan têk diçe, berxwedan bi teqezî wê serfiraziyê bîne. -
Li gelek welatên Ewropayê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Salvegera 70'yî ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Erwopayê hate pîrozkirin.