Komîsyona Ewropayê banga rêzgirtinê ji bo hilbijartinê li Erdogan kir
Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Tîmmeremans ji bo hilbijartina 31’ê Adarê bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got ji encaman re rêzdar be.
Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Tîmmeremans ji bo hilbijartina 31’ê Adarê bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir û got ji encaman re rêzdar be.
Alîkarê Serokê Komîsona Ewropayê Frans Tîmmeremans ku mulaqat da rojnameya Elman Welt Am Sonntag wiha got; “Di salên dawî de Tirkiye bi lez ji nirxên Ewropayê dur ket. Bi hêvî me ku partiya desthilatdar AKP rêz nîşanî encamên hilbijartinê bide û ev rewş girantir nebe.”
Tîmmeremans diyar kir ku mafê serlêdan û lêkolînê ya encamên bi guman heye û got; “Lê gelek girîng e ku meqamên Tirk encamên hilbijartinê bi awayekî xweser lêkolîn bike û AKP jî encaman qebûl bike”
Tîmmeremans bi domdarî got; “Hêviya me ev e ji ber ku demokrasî ev e.”
Tîmmeremans wiha jî got; “hemwelatî ku dengê xwe ji bo partiyekî girêdayî nirxên Ewropayê bikarbîne ev ji bo hikûmetê sînyalek e. Divê Erdogan vêya qebûl bike û polîtîkaya xwe nêzî nirxên Ewropayê bike.”