Êrîşa li ser komeleya Kurd a Parîsê hate şermezarkirin
Konseya Kurd a Demokratîk a FransayÊ (CDK-F) êrîşa li ser komeleya Kurd a li Vîllîers-le-Belê şermezar kir. Agahî û belgeyên têkilî êrîşê radestî polîsan hate kirin.
Konseya Kurd a Demokratîk a FransayÊ (CDK-F) êrîşa li ser komeleya Kurd a li Vîllîers-le-Belê şermezar kir. Agahî û belgeyên têkilî êrîşê radestî polîsan hate kirin.
Şevê dî bi derengî hin kesên nediyar êrîş birin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ya li banliyoya Vîllîers -le- Belê.
Hevserokên NCDK'yê êrîş şermezar kirin û diyar kir wan tomariyên kamerayê û delîl dane polîsan.
NCDK'yê diyar kir ev êrîşeke li ser Kurdan e. Hevserokan gotin ,''Peyama ku me ji vê êrîşê standî, wê bibe geşkirina têkoşînê.''
Hevserokê CDK-F'yê Vedat Bîngol li ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîş şermezar kir û got, ''Li dijî vê êrîşa faşîst em bang li saziyên xwe dikin ku xwedî lê derkevin.''
Bîngol qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd ên 2013'an li Fransayê bi bîr xist, bang li hikûmeta Fransayê kir ku kes û saziyên li pişt êrîşên wiha provakator bibîne û ceza bike.
Piştî êrîşê Kurd li ber NCDK'yê hatin gel hev û bi meşekê êrîş şermezar kirin.