Kampanyaya sendîkayên Brîtanyayê ya ji bo Ocalan didome

Di Konferansa Sendîkayên Brîtanyayê de banga azadiya Ocalan hate kirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

‘Kampanyaya Azadî ji Ocalan re’ ya sendîkayên Îngîltereyê bi tevlêbûnên nû didome.

Rêxistina Başûrê Rojavaya Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê (TÛÇ) a ku 6 milyon endamên wan hene, li herêma Bevona Bakur bi tevlêbûna delegeyên sendîkayên endam, konferansa xwe ya salane li dar xist.

Kampanyaya Azadî ji Ocalan re û bangên hevgirtina grevên birçîbûnê mohra xwe li konferansê xistin.

‘KAMPANYA HER ROJ MEZIN DIBE’

Dîrektorê Kampanyayê Matt Nathan di konferansê de diyar kir ku kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya ku wan dane destpêkirin, di nava demeke kurt de bûye kampanyaya ku gelek piştgirî lê tê kirin.

Di konferansê de hate diyarkirin ku siyasetmedarên Kurd û çalakger li Londra, Gal û welatên cihê yên Ewropayê û li Tirkiye û Kurdistanê di grevêb birçîbûnê de ne. Di konferansê de pirtûkên Ocalan û materyalên li ser fikrên wî gelek bal kişandin.