EWROPA
Hemû Nûçe
-
NCKD a Bonnê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Bonn ê Elmanyayê xebatên xwe dikin 7’emîn kongreya xwe lidar xist. -
Li Trondheîmê Newroz hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Trondheîm ê Norweçê û derdorî wê dijîn hati ba hev û Newroz bi şahiyekê pîroz kirin. -
Greva li Stockholmê ji aliyê koma 3’an ve hat dewrgirtin
Greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê 1’ê Nîsanê destpêkiribû, ji komeke 17 kesî ku ji Norweç û Danîmarkayê hatibûn ve hate dewrgirtin. -
Bijîşkên Kurd bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re civiyan
Heyeteke bijîşkan ên girêdayî Tora Akademîsyenên Kurd bi rayedarên ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê hevdîtinek kirin. -
Çalakiya Elmanan bi banga ‘berxwedanê geştir bikin’ bi dawî bû
Li Berlînê çalakiya komeke aktivîstên Elman ku bi armanca piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, ji 12’ê Nîsanê di grevê de bûn bi banga ‘berxwedanê hê bêhtir geştir bikin’ bi dawî bû. -
Çalakiya li dijî tecrîdê ya li pêşiya Parlementoya Ewropayê didome
Li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê li hemberî tecrîda li ser Ocalan çalakiya girseyî hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya çaran de didome. -
Li Romayê serdanên ji bo çalakger Aydemîr didome
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Erol Aydemîr 25 roj berê li Romaya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Serdanên ji bo Aydemîr didomin. -
Li Montpellîerê platforma hevgirtina grevên birçîbûnê hate damezirandin
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê ji bo grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger platforma hevgirtinê hate damezirandin. -
Nazmî Gur: Ji bo aştiyê divê tecrîd were rakirin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, parlementerê berê yê HDP’ê Nazmî Gur di konferansekê de axivî û got ku “Ji bo ku li Tirkiyeyê aştî pêk were, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.” -
KOMAW’ê 5’emîn kongreya xwe li dar xist
KOMAW’ê 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê lidarxist. Di kongreyê de peyama, “Yekane rêya layîqî şehîdan pêkanîna xeyalên wan û geşkirina têkoşînê ye” hate dayîn. -
Li Strasboûrgê roja 119’an: Ciwanan piştgirî dan
Li Strasboûrgê berxwedêr 119 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Ciwanên Kurd hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê û diyar kirin ku li her qadê wê berxwedanê geş bikin. -
Li Torontoyê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya bêdeng hate lidarxistin
Bêdengiya saziyên Ewropayê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Greva Aydemîr di roja 24’an de ye: 7 jin ji bo 2 rojan ketin grevê
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Erol Aydemîr di roja 24’an de didome. -
Li Zurîh û Lozanê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê li Zurîh û Lozanê hate protesto kirin. -
Li dijî bêdengiyê çalakiyên bêdeng belav dibin
Çalakiyên protestoyê yên li dijî bêdengiya beramberî grevên birçîbûnê didomîn. Li bajarên Stockholm, Londra, Nurnberg û Montpellîlerê Kurdsitanî li qadan bûn. -
Berxwedêrên greva birçîbûnê Koç û Surgut tedawî red kirin
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Yuksel Koç û parêzer Deniz Surgut ku îro rakiribûn nexweşxaneyê tedawî red kirin û çalakiya xwe didomînin. -
Li Ewropayê li dijî bêdengiyê çalakiyên bêdeng hate lidarxistin
Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê protesto kirin. -
Bêdengiya raya giştî ya cîhanê bi çalakiyên bêdeng hate protestokirin
Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan li gelek bajarê Ewropayê bi çalakiyên bêdeng hate protesto kirin. -
Du çalakgerên Strasboûrgê rakirin nexweşxaneyê-NÛ BÛ
Li bajarê Fransa Strasboûrgê ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger Yuksel Koç û Denîz Surgut rakirin nexweşxaneyê. -
Li Frankfûrtê bêdengiya Ewropayê hate protestokirin
Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê çalakgerên greva birçîbûnê hate silav kirin û bêdengiya Ewropa ya beramberî çalakiyan jî hate protestokirin. -
Parlementera Swêdê: Sedema hemû aloziyan Erdogan e
Parlementera Swêdê ya Parlementoya Ewropayê Bodîl Valero diyar kir ku Erdogan têk diçe û derbarê tecrîda li Îmraliyê got ku “Li dijî hemû zagonan e.” -
Koma PE'yê gote AKP'ê: Encaman qebûl bike
Yek ji koma mezin a PE'yê Koma Sosyalîst got, ''Heke AKP encamên hilbijartinê nas neke têkiliyên YE û Tirkiyê wê ne baş bibin''. -
21 akademîsyen û hunermendî li ser tecrîdê bi nameyekê xîtabî Merkel kirin
21 akademîsyen û hunermendan bang li Merkel kir û gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, zextê li Tirkiyeyê bike.” -
Çalakvanên grevê ya li Swêdê bi Amnesty re civiyan
Kurdistaniyên ji bo rakirina tecrîda l iser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê di grevê de ne, duh serdana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) kirin û bi rêveber Amî Hedenboûrg û Maja Aberg re civiyan. -
Ûca serdana berxwedêrên li Den Haagê kir
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca serdana Yildiz û Çakici yên li bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger de ne kir.