KOMAW’ê 5’emîn kongreya xwe li dar xist
KOMAW’ê 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê lidarxist. Di kongreyê de peyama, “Yekane rêya layîqî şehîdan pêkanîna xeyalên wan û geşkirina têkoşînê ye” hate dayîn.
KOMAW’ê 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê lidarxist. Di kongreyê de peyama, “Yekane rêya layîqî şehîdan pêkanîna xeyalên wan û geşkirina têkoşînê ye” hate dayîn.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) 5’emîn kongreya xwe li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê li dar xist.
Gelek nûnerên saziyên Kurd, Kurdistanî û deleqe beşdarî kongreyê bûn.
Kongre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û destpêkê Hevseroka PYD’ê Ayşe Heso axivî û got; “Min silavên dayikên şehîdan ên Rojava ji we re aniye. Dayikên şehîdan û ez beyî zarokên me em dikarin bijîn lê jiyanekî bê Rêbertî em qebûl nakin. Gelê Kurd îro bi xwîna şehîdan dîrokê ji nû ve dinivîsin. Yekane rêya ku em bibin layîqî şehîdan li çar parçeyên Kurdistanê pêkanîna xeyalên wan û geşkirian têkoşînê ye.”
Heso Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Piştre rapora xebatan a du salan hate xwendin û nirxandin. Di kongreyê de meclîsa 31 kesan bi piraniya dengan hate qebûlkirin û endamên meclîsê hatin hilbijartin.
Rêveberiya ji 7 kesan pêk tê ku 5 esîl û 2 yedek in, hate hilbijartin û kongre bi rojeva plannameyê dom kir.
Kongre bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.