EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şervanên YPG’ê Aspertî û Orsettî hatin bibîranîn
Şervanên YPG’ê yên Îtalî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiribûn û şehîd bûbûn Gîovanînî Francesco Aspertî li gel Lorento Orsettî li bajarê Alessandrîa yê Îtalyayê hatin bibîranîn. -
Li Creîl, Bellîzona û Înnsbrûckê tecrîd hate protestokirin
Li Creîl a Fransa, Bellîzona a Tîcîno ya Kantona Îtalya ya Swîsre û bajarê Înnsbrûck a Ewûstûryayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Arvîn Sozdar: Konferansa JXK dikare bibe bersiva pêvajoyê
Sibê wê konferansa JXK ya Ewropa ya yekemîn li Kolnê pêk were. Endama komîteya amadekar Arvîn Sozdar qala armanç û girîngiya konferansê dike. -
Li Viyanayê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin. -
Li Dortmûndê çalakiya kon didome
Li bajarê Elmanya Dortmûndê çalakiya kon a ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişand li ser berxwedana grevên birçîbûnê didome. -
Serdanên ji bo greva li Romayê dewam dike
Greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr ê li paytexta Îtalya Romayê di roja 23’an de ye, komeke ji 50 kesî pêk tê serdana grevê kirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê 3 hefte li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan li pêşiya KE û CPT’ê ya li Strasboûrgê hatibû destpêkirin 3 hefte li pey xwe hişt. -
Li Wûppertalê bêdengiya li dijî tecrîdê hate protestokirin
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bêdengiya hikûmetên Ewropa yên li dijî tecrîdê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
6 Elman dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Berlînê 6 aktivîstên Elman ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê ya 72 saetan kirin. -
Li Kolnê çalakiya 'Em berxwedanê dibin Parîsê'
Ji bo Ozkan Ozdemîr ku li Kolnê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de çalakiya ''Em Berxwedanê dibin Parîsê'' hate kirin. -
Li Helsînkî tecrîd hate şermezarkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan were şermezarkirin û ji bo desteka li çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek hate kirin. -
Bêdengiya Ewropayê wê were şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya li bara grevên birçîbûnê bi çalakiyên bi asta cîhanê wê werin şermezarkirin. -
Li sê navendên Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakî hatin kirin
Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan hatine destpêkirin, li 3 bajarên Swîsreyê çalakî hatin kirin. -
Êrîşî çalakiya ji bo Ocalan a li Yewnanistan hate kirin
Li bajarê Lavrîon a Yewnanistanê di dema bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate protestokirin, ajokarekî wesayîta xwe li ser çalakvanan ajot. Di bûyerê de kesek birîndar bû polîsan ajokar destgîr kirin. -
Parlementoya Kantona Cenevre tecrîd xiste rojeva xwe
Parlementerên girêdayî 3 partiyên cuda yên li Kantona Cenevre ya Swîsreyê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê xistin rojeva Parlementoya Kantona Cenevreyê. -
Hunermend: Divê em têkevin nav hewldanan
Hunermend li Strasboûrgê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bang li gelê Kurd kirin ku bila berxwedanê geştir bikin. -
Grevên birçîbûnê rojeva parlemetoya Îngilîz bû
Di rûniştineke taybet a Parlementoya Qraltiya Yebûyî de grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hate gotûbêjkirin. Wekîlan hikûmet lêpirsîn kir, hikûmet bi zimanê AKP’ê axivîn. -
Li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya girseyî
Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî bi coş didome. -
KCDK-E: AKP darbekar e, YSK komploger e
KCDK-E'yê li ser biryara Desteya Hibijartina Bilind (YSK) a Tirk ku mazbatayê nade hevşaredarên BHQ'yî yên Mêrdînê, Wanê, got AKP darbe kiriye û bang li gel kir ku rabe ser piyan. -
Em şahidiyê ji dîrokekê re dikin
Ji komîteya çalakiya greva birçîbûnê Serhad Agirî têkilî berxwedana Strasboûrgê ya ku ev 116 roj in didome ji rojnamya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. -
Li pêşiya Wezareta Darayiyê ya Swêdê tecrîd hate protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne, li pêşiya Wezareta Darayiyê ji bo protestokirina tecrîdê çalakiyek lidar xistin. -
Laûrent: Piştgirî didin daxwazên we!
Senator Pîerre Laûrent ê diyar kir ku destekê didin daxwazên çalakvanên li dijî tecrîda li ser Ocalan ketine grevên birçîbûnê ya li Strasboûrgê, destnîşan kir ku ji bo daxwaz pêk bên, wê di qada rêveberên dewleta Fransayê de bikevin nava tevgerê. -
Li Hambûrgê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
Berxwedêrên Strasboûrgê banga alîkariyê ji bo Rojhilatê Kurdistanê kirin
Berxwedêrên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, alîkariya ku ji bo mexdûrên karesata lêhiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê berhev kiribûn, radestî rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê kirin. -
Li Romayê çalakiya Aydemîr di roja 21’an de ye
Greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr a li paytexta Îtalya Romayê di roja 21’an de didome.