Serdanên ji bo greva li Romayê dewam dike

Greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr ê li paytexta Îtalya Romayê di roja 23’an de ye, komeke ji 50 kesî pêk tê serdana grevê kirin.

Li Îtalyayê heyetek ji parêzeran pêk tê serdana Erol Aydemîr ê li Romayê di grevê de ye kirin.

Aydemî derbarê berxwedana grevê de agahî bi kesên serdan kirin re parve kirin, qala pradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî modernîteya kapitalîst kir.

Aydemîr bal kişand ser zextên faşîst ên Tirkiyeyê û got: “Dewlet tevî hemû zext, sextekarî û diziyê bi rêya YSK’ê hewl dide şaredariyên HDP’ê bi dest xistî ji desta bigirin.”

Aydemîr nerazîbûn nîşanî bêdeniya YE û NY’yê kir, diyar kir ku divê li dijî rejîma Erdogan guşarê bikin. Aydemîr got: “Em ê tecrîdê bişkînin û Kurdistanê azad bikin.”