Li Wûppertalê bêdengiya li dijî tecrîdê hate protestokirin

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bêdengiya hikûmetên Ewropa yên li dijî tecrîdê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li Wûppertal ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê, bêdengiya hikûmetên Rojavayî protestobikin çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên di grevan de ne hatin hildain û çalakiya rûniştinê bi qasî saetekê dom kir. Çalakvanan devê xwe girtin û bêdengiya li dijî tecrîdê protestokirin.

Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd Semra Temel li vir axivî û diyar kir ku wê hefteya pêşiya wan çalakiyê bi awayekî hê berfirehtir lidar bixin.

Temel got: “Bêdengî dikuje. Deng bidin dengên me.”