Li Viyanayê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin.
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin.
Bi armanca şikandina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê li pêşiya Dêra Stephansplatz Dom a paytexta Ewûstûya Viyanayê standek hate danîn.
Çalakvanên ku tîşortên ‘Bêdengî dikuje, 7 hezar kes di grevên birçîbûnê de ne’ li xwe kiribûn, di serî de bang li raya giştî, hikûmet û rêxisinên civaka sivîl hate kirin ku hestyar bin. Di tevahiya çalakiyê de belavok hatin belavkirin û xwendin.
Çalakî tevî provakasyonên faşîstên Tirk jî çalakî dom kir.