6 Elman dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Berlînê 6 aktivîstên Elman ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê ya 72 saetan kirin.

Li Berlînê 6 aktivîsên Elman ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li gelek deverên cîhanê vê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya bi dirûşma ''Leyla-Têkoşîna di dilê me de ye'' hate organîzekirin û li meydana 'Heînrîchplatzê'' ya navçeya Kreûzberg a Berlînê bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir. Li meydanê konek hate vedan û greva birçîbûnê ya ji b 72 saetan dest pê kir.

Aktivistan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û gotin, ''Heke tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike, bi ya me ev ê bi rengekî pozîtîf bandora xwe li ser gelên Rojhilata Navîn nîşan bide.''

'DIVÊ EM BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA ELMAN BI DAWÎ BIKIN'

Aktivîstan pankarta ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin'' a bi wêneyê Leyla Guven hildan, bi alayên YPG-YPJ'ê daxuyanî dan. Aktîvîstan gotin rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê krîtîk e, daxwazên Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê meşrû ne û bal kişandin ser helwesta medyaya  Elman û Hiûmeta  Federal ya li bara tecrîdê û grevên birçîbûnê

Aktivîstan gotin, ''Çapemeniya Elman bêdeng e, Hikûmeta Federal jî ji bo ku peyama penaberan û ya çekan a bi Tirkiyê re zirarê nebîne naxwaze vê berxwedanê bibîne. Divê medyaya Elman dawî li vê bêdengiyê bîne û hikûmet demildest tevbigere.''

Aktivîstan her wiha xwestin ku dewleta Elman zexta li ser tevgera azadiya Kurdan bi dawî bike û bang li hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kirin ku piştevaniyê bikin. Daxuyanî bi dirûşmên ''jin jiyan azadî'' û bi Elmanî bi dirûşmên ''Ji Ocalan re azadî'' qediya.

Bi çarçoweya organîzasyona Komîteya Berxwedanê ya Berlînê, Şemî û Yekşemê saet 16.00'an ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê wê çalakiyên curbecur werin kirin.