Li Kolnê çalakiya 'Em berxwedanê dibin Parîsê'

Ji bo Ozkan Ozdemîr ku li Kolnê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de çalakiya ''Em Berxwedanê dibin Parîsê'' hate kirin.

Beriya ku Ozkan Ozdemîr ê ku li Kolnê, li komeleya Multî Kultî di greva birçîbûnê de ye, berxwedanê bibe Parîsê, çalakiyek hate kirin. Di axaftinan de slav li Ozdemîr û hemû berxwedêran hate kirin.

Ozkan Ozdemîr ku greva birçîbûnê ya di navbeyna 1-5'ê Nîsanê ya li Kolnê veguherandî greva briçîbûnê ya bêawî û bêdorveger, ev heftiyeke çalakiya li Komeleya Multî Kultiyê didomîne. Li komeleyê Hevserokê Av-EG-KON'ê Bakî Selçûk axivî, diyar kir li li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê yek ji berxwedana herî mezin a dîrokî tê dayin. Selçûk bi bîr xist greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna pêlan li hemû deverên cîhanê belav bûye, 7 hezar girtiyên li zindanan berxwedan mezin kirin û got girtiyên komunîst jî tevlî berxwedanê bûne.

Selçûk diyar kir Ozkan Ozdemîr wê berxwedana xwe li Parîsê bidomîne û got ew ê Parîse bikin navenda berxwedanê. Selçûk bang li karkerên koçber û biyan kir ku li dora berxwedanê kom bikin û li kuçeyan têkoşînê geş bikin.

'XWEDÎ DERKETIN HÊZÊ DIDE MIN'

Ozkan Ozdemîr jî di axaftinên xwe de ji bo hevgirtinê, xwedîlêderketinê malavayî da, got, vê moral û hêz daye wî û ew şad e ji bo ku di nav wê têkoşîna dijî faşîzmê de ye.

'HER KES DIVÊ BERXWEDANÊ HÎS BIKE'

Ozdemîr diyar kir greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 155 roj li pey xwe hişt, ya Strasboûrgê û zindana ku 116 roj li pey xwe hiştine, li dijî tecrîda li ser Ocalan û tecrîda li ser girtiyên din, beşên din ên civakê berxwedan e û diyar kir berxwedan ne bi hezaran kîlometre li dûr e, li navendên Ewropayê li rex her kesî ye û divê her kes vê hîz bike û tevbigee.

Ozdemîr her wiha got vê berxwedanê ji hêla îdeolojîk ve ji niha ve bi ser ketiye, ew bawer dike ku têkoşîn bi teqezî wê bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

.