EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Esenê çalakiya kon a 3 rojan destpê kir
Li bajarê Essen ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin. -
Berxwedana grevê ya li Strasboûrgê di roja 123’an de ye
Berxwedana 14 siyasetmedarên Kurd, aktivîst û rojnamevan jî di nav de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di grevê de ne, roja 123’an jî li pey xwe hişt. -
Li Parlementoya Îtalyayê li ser tecrîdê civînek hate lidarxistin
Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye Erol Aydemîr ê ku ji bo rakirina tecrîdê 29 roj in, di greva birçîbûnê de ye, li parlementoyê civîneke çapemeniyê li dar xist. -
Doxtorê navdar ê Hollandî serdana greva birçîbûnê kir
Ji doxtorên girîng ên bi piştevaniya têkoşîna bi taybet koçber re li Hollandayê tên naskirin Co Van Melle, serdana her du berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li Dan Haagê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Çalakiya li pêşiya PE’yê dewam dike
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan di hefteta 4'an de dewam e. -
RSF: Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) raporek weşand. Li gorî raporê Tirkiye di lîsteya azadiya çapemeniyê ya sala 2019’an de di rêza 157’an de cih digire. RSF’ê diyar kir ku RSF ne dewleteke hiqûqê ye. -
Li Bad Munderê 'Çarşem Sor' hate pîrozkirin
Li Elmanya Bad Munderê cejna Êzidiyan Çarşema Sor hate pîrozkirin. -
Heke em bibin yek deng wê tecrîd were şikandin
Berxwedêrên ku ji bo tecrîda li ser Ocalan were şikandin li ber PE'yê çalakiya rûniştinê kirin bang kirin ku berxwedan were geşkirin. -
Berxwedana li Swêdê mezintir dibe
Li paytexta Swêd Stockholmê 1’ê Nîsanê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kiribû, bi tevlîbûnên nû mezintir dibe. -
'Têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna me ye jî'
Aktivîstên Elman ku ji bo tecrîd rabe li Berlînê 3 rojan ketin greva birçîbûnê gotin, ''têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna me ye jî''. -
Çalakiyên Kurdan ên li Ewropa didomin
Kurdistaniyên li Elmanya, Swîsre û Fransayê hatin ba hev, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re di nava çalakiyan de bûn. -
ACTÎT û SKB’yiyan li Parîsê çalakî li dar xist
Endamên ACTÎT û SKB’ê li nêzî Parlamena Fransayê çalakî lidarxist û ev bang li gelên Ewropayê kir; “Nebin hevkarê sûcên li Tirkiyeyê tên kirin, ji hikûmetên daxwaz bikin ku hevkariya bi dewleta Tirk re bidawî bikin.” -
Kurdistanî li pêşiya NY bûn: Nebin hevkarê sûc!
Kurdistaniyên li pêşiya ofîsa NY a Cenevreyê çalakî lidarxistin, berxwedêrên greva birçÎbûnê silav kirin û banga ketina tevgerê li NY, sazî û dezgehên navnetewî kirin. -
Li Kopengahê ji bo grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li qada Nytorvyê bi armanca agahdarkirina raya giştî têkildarî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Tecrîd li Londra û Brukselê hate protestokirin
Kurdan û dostên wan li pêşiya Parlamena Qrayleta Yekbûyî ya li Londrayê, li Brukselê li pêşiya Parlamena Ewropayê tecrîda Îmralî protesto kirin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê. -
Li pêşiya Parlamena Ewropayê çalakiya li dijî tecrîdê didome
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê (PA) ya bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteya 4’an de didome. Li pêşiya PE bi çalakiyan tecrîd hate şermezar kirin. -
ACTÎT û SKB’ê li dijî tecrîdê belavok belavkirin
Endamên AvEG-Kon H. Ozkan Ozdemîr ê 17 roj in grevên birçîbûnê didomîne, sosyalîst jî belavk belavkirin û berxwedana gel vegotin. -
Ozdemîr ê di grevê de: Êrîşa li dijî Tosûn û HDP’yiyan şermezar dikim
Çalakgerê greva birçîbûnê yê li Parîsê H. Ozkan Ozdemîr êrîşa li Amedê li dijî parlamenter Remziya Tosûn û HDP’yiyan şermezar kir û banga geşkirina berxwedanê kir. -
Çalakiya kon a li Hîldesheîmê di hefteya 3’an de ye
Çalakiya kon a li bajrê Hîldestehîm a bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di hefeya 3’an de ye. -
Li Melboûrnê heyeta Kurd bi Konseya Sendîkayê re civiya
Li Melboûrnê heyeta ku ji rayedarên Kurd pêk dihat têkildarî grevên birçîbûnê û ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bi Konseya Sendîkayê re civiya. -
Li Elmanyayê dozên darezadina siyasetmedarên Kurd destpê kir
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dozên 7 siyasetmedarên Kurd ku jê dihatin darezandin destpê kirin.Li Elmanyayê dozên darezandina siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê destpê kir. -
Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng bi heyeta PYD’ê re civiya
Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng bi heyeta Rojava ya dibin serokatiya Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso re civiya û ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê bang li hikûmeta Merkel kir. -
Li pêşiya PE’yê banga ‘Nebin hevkarên sûc’ hate kirin
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya saziya Yekîtiya Ewropa ya li Strasboûrgê bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di hefteya 4’an de didome. -
Çalakiya li pêşiya Parlamenta Ewropayê: Bêdengî dikuje!
Li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê di hefteya 4’an de didome. -
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stockholmê: Em ê tecrîdê bişkînin
Hevseroka NCDK-Norweç Ayser Yuce ku li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bêdengî û helwesta Hikûmeta Norweçê rexne kir û diyar kir ku di şkandina tecrîdê de bi biryar in.