Li bajarê Fransa Strasbourgê greva birçîbûnê ku 17’ê Kanuna 2018’an destpê kirî di roja 122’an de didome û ev 4 hefteye li nêzî saziyên Ewropayê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Çalakiya rûniştinê ku 25’ê Adarê destpê kir hefteye yekem bi awayê greva birçîbûnê destpê kir. Hefteyên piştre jî weke çalakiya rûniştinê dom kir. Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropa û Parlamena Ewropayê di hefeya 4’an de didome.
Di hefteya 3’an a çalakiyê de gelek aktîvîteyek hatin lidarxistin û axaftin hatin kirin û banga ketina tevgerê li saziyên Ewropayê hate kirin.
Çalakgeran bi belavok û anonsan qala grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku daxawazên wan mirovî ne û ji bo ku Tirkiye li gorî Peymanên Mafên Mirovan ên Navnetewî tevbigerin bang li Konseya Ewropayê kir ku bi erka xwe rabe.
Parlementerê berê yê Şirnexê yê HDP’yî Faysal Sariyildiz seat 10.00’an serdana çalakgerên çalakiya rûniştinê kir û axivî. Sariyildiz got; “Dewleta Tirk piştî ku tecrida giran li ser Ocalan pêk anî, li ser gelê Kurd şereke topyekun pêk hat. Tecrîd li dijî gelê Kurd û kesên ku demokrasiyê dixwazin pêk tê. Ji bo demokrastî û aşitî pêk were divê tecrîd bidawî bibe.”
Di çalakiyê de parlementerê berê yê Mûşê yê HDP’yî Demîr Çelîk axivî û got: “Li çar parçê Kurdistanê li dijî deskeftiyên gelê Kurd şereke giran tê meşandin. Ev çalakiya greva birçîbûnên ku hatine destpêkirin berxwedaniyeke dîrokî ye û pêşiya şikandina tecrîdê ve kir.”
Çalakgeran meşek lidarxisitn û bênavber dirûşmeyên Ocalan û dirûşmeyên dijî rejîma Tirk berz kirin. Çalakgeran bi govend û tilîlyan bêdengî protesto kirin û li aliyê din Cejna Çarşemna Sor a Êzidiyan jî pîroz kirin.