Berxwedana li Swêdê mezintir dibe

Li paytexta Swêd Stockholmê 1’ê Nîsanê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kiribû, bi tevlîbûnên nû mezintir dibe.

Bi tevlîbûna 5 kesan a berxwedana komên ji Danîmarka û Norwêçê hatin ,hejmara berxwedêran bû 22 kes.
Kurdistaniyên li qada Odenplanê berxwedana xwe didomînin, seranserê rojê bi armanca agahdarkirina raya giştî belavokan belav dikin bang dikin.

Berxwedêrên ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin, banga ku rayadarên welatên Skandînavyayê, Yekîtiya Ewropyaê û CPT’yê dev ji bêdengiya xwe berdin û ji bo dawîlêanîna tecrîdê bikevin nav hewldanê dikin.

Çalakger, bi dirûşmeyên, “Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne”, “Hevkariya ji bo Leyla Guven re”, “Tevkarî ji bo Abdullah Ocalan”, “Bê e Serok jiyan nabe' û “Bijî Serok Apo” bi coş berxwedana xwe didomînin. 

Berxwedêrên nû tevlî çalakiyê bûyî, bêdengiya cîhana derve ya li hemberî çalakiyê şermezar kirin û diyar kirin ku heta serkeftinê wê berxwdana xwe bi biryar bidomînin. 

Fetî Baran ê ji Danîmarkayê hatî û tevlî çalakiyê bûyî diyar kir, ji bo vîna gelê Kurd bişkînin ev 20 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê pêk tînin. 

Baran da zanîn ku di kesayetiya Ocalan de li ser hemû gelê Kurd tecrîdê pêk tînin û diyar kir ku wê berxwedana bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî bi biryardarî bidomînin. 

Şîrîn Tokpinar a li Norwêçê dijî jî bertek nîşanî bêdengiya cîhana derve ya li hemberî berxwdana Leyla Guven û Nasir Yagiz bi hezaran girtiyan da û diyar kir ku ev bêdengiya van welatan bêwijdanî ye.

Tokpinar bal kişand ser girîngiya îdeolojî û felsefeya ocalan a ji bo gelên bindest û mirovahiyê.