Tecrîd li Londra û Brukselê hate protestokirin
Kurdan û dostên wan li pêşiya Parlamena Qrayleta Yekbûyî ya li Londrayê, li Brukselê li pêşiya Parlamena Ewropayê tecrîda Îmralî protesto kirin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
Kurdan û dostên wan li pêşiya Parlamena Qrayleta Yekbûyî ya li Londrayê, li Brukselê li pêşiya Parlamena Ewropayê tecrîda Îmralî protesto kirin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.
LONDRA
Bi armanca balkişandina li ser berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li pêşiya Parlamena Qralyeta Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê KomeLeya Karkerên Koçber û Meclîsa Gel a Kurd ve hate organîzekirin û banga hestiyariyê hate kirin.
‘ERDOGAN DÎKTATOR E’
Di çalakiyê de pankarta nivîsa “Dawî li tecrîd û faşîzmê were, Erdogan dîktator e’ ya bi zimanê Îngîlîzî hate vekirin, wêneyên Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hate hildan.
‘DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN’
Li Qada Parlamenê ‘Maseyê Gel’ hate avakirin û gelek Kurd, dost, nûnerên çep, sosyalîst û saziyên jinan axivîn.
Di axaftinan de banga piştevaniyê hate kirin û bang li hikumeta Qralyeta Yekbûyî hate kirin ku zextan li Tirkiyeyê bike. Piştî axaftinan li qadê belavokên têkildarî grevên birçîbûnê hatin belavkirin.
BRUKSEL
Li Bruksel a ku paytexta Belçîkayê ye, li nêzî Parlamena Ewrpayê ji bo xwedîderketina li çalakgerên greva birçîbûnê û protestokirina tecrîdê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî li qada Luxembûrg a li beramberî Parlamena Ewropayê hate lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya NAVBEL û YNK-B hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi pankartan bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê.
Çalakgeran dirûşmeyên ‘ji Ocalan re azadî’ û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên faşîst ên dewleta Tirk berz kirin.
Li ser navê NAVBEL’ê daxuyanî hate dayîn û li dijî bêdengiya CPT û saziyên Ewropayê nerazîbûn hate nîşandan.