Endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr ku ji 1’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye çalakiya xwe li Komeleya ACTÎT’ê didomîne, endamên ACTÎT û SKB’ê çalakî lidarxist.
Çalakî li Qada învalîde ya nêzî Parlamena Fransa ya li Parîsê pêk hat û CDK-F’yê jî piştgirî da çalakiyê.
H.Ozkan Ozdemîr daxuyan3i da û helwesta dewletên Ewropa ya beramberî berxwedana grevên birçîbûnê rexne kir.
Ozdemîr diyar kir ku bêdengî hêzê dide dewleta Tirk û wiah got; “Em bi biryarin ku heta encam neyê girtin çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. Di vê mijarê de em li benda piştgiriya gelên Ewropayê ne.”
Di çalakiyê de stand hate vekirin, li welatiyên derdor belavokên agahdarkirinê hatin belav kirin. Çalakî wê sibê jî bidome.