Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê 3 hefte li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan li pêşiya KE û CPT’ê ya li Strasboûrgê hatibû destpêkirin 3 hefte li pey xwe hişt.
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Ocalan li pêşiya KE û CPT’ê ya li Strasboûrgê hatibû destpêkirin 3 hefte li pey xwe hişt.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 kesên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 117’an de didome, bi heman armncê çalakiya rûniştinê ya hatibû lidarxistin jî 3 hefte li pey xwe hişt.
Li gel domandina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrg a Fransa a li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiyên parelel bi heman armancê li bajar didomin. Çalakiya rûniştinê ya hatibû destpêkirin didome.
Çalakiya rûniştinê ya li ser banga Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) hatibû destpêkirin du hefteyên destpêkê bi grevên birçîbûnê dom kiribû. Ev çalakî piştre serê hefteyê û şûn ve bi tevlîbûna gelek kesî vegeriya çalakiya rûniştinê. Bi sedan kesên li ber avahiya KE û CPT’ê hatin ba hev, bang li rêveberan kirin, ji bo şikandina tecrîdê bang kirin.
TECRÎD HATE ŞERMEZARKIRIN, BANGA ERKÊ LI KE Û CPT’Ê HATE KIRIN
Çalakvanan bagn li KE û CPT’ê kir ku bi erka xwe rabin, ji bo Tirkiye li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (PMME) tev bigere zextê lê bike. Di roja dawî ya çalakiyê de meşek hate kirin.
Çalakvanên ku di destê wan de posterên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên din ên di grevan de ne hildan bê navber dirûşmên bi zimanên Elmanî Fransî, Kurdî û Tirkî yên weke ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Kujer Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ qîrkirin. Meş piştre li ber derê KE’yê bi çalakiya xeleka ji mirovan pêk hat û bal kişandin ser grevên birçîbûnê. Di axaftinên li vir hatinkirin de bang li rêveberên KE û CPT’ê hatin kirin ku heyetekê bişînin Îmraliyê.
Çalakiya ku bi pêşengtiya KCDK-E û TJK-E’yê de pêk hat wê roja Yekşemê dîsa li pêşiya KE’yê dewam bike.
BI DIRÛŞMAN BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN
Li aliyê din berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 117’an de ye.
Di dehan kesên tevlî çalakiya rûniştinê ya li KE’yê bibû, serdana çalakvanên greva Strasboûrgê kirin. Ji ber rewşa giran a çalakvanan, nekarîn kesên hatine serdanê pêşwazî bikin, bi dirûşman berxwedan hate silavkirin. Kesên hatin serdanê yên axivîn, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê weke gelê Kurd li ser lingan bin.