Şervanên YPG’ê Aspertî û Orsettî hatin bibîranîn
Şervanên YPG’ê yên Îtalî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiribûn û şehîd bûbûn Gîovanînî Francesco Aspertî li gel Lorento Orsettî li bajarê Alessandrîa yê Îtalyayê hatin bibîranîn.
Şervanên YPG’ê yên Îtalî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiribûn û şehîd bûbûn Gîovanînî Francesco Aspertî li gel Lorento Orsettî li bajarê Alessandrîa yê Îtalyayê hatin bibîranîn.
Li salona şanoyê ya Parvûm a li bajarê Alessandrîa ya Îtalyayê di konferansekê de şervanê YPG’ê yên Îtalî Gîovanînî Francesco Aspertî (Hîwa Bosco) û Lorento Orsettî (Tekoşer Piling) hatin bibîranîn.
Konfernasa ku ji aliyê Serokê Komeleiya Rojhilatê Kurdistanê Anonîo Olîverî ve hate organîzekirin ve glek kes beşdar bûn. Li ser navê komîteya Jineolojiyê Silvîa Todeschînî axivî. Her wiha hevrêyê Lorento Orsettî (Tekoşer Piling) Fabrîzîo Manîereo jî hevrêyê xwe bibîr anî.