Koma PE'yê gote AKP'ê: Encaman qebûl bike
Yek ji koma mezin a PE'yê Koma Sosyalîst got, ''Heke AKP encamên hilbijartinê nas neke têkiliyên YE û Tirkiyê wê ne baş bibin''.
Yek ji koma mezin a PE'yê Koma Sosyalîst got, ''Heke AKP encamên hilbijartinê nas neke têkiliyên YE û Tirkiyê wê ne baş bibin''.
Yek ji mezintirînkoma Parlamentoya Ewropayê Koma Sosyalîst têkilî encamên hilbijartina xwecih a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û destwerdanên kêfî yên AKP'ê daxuyanî da.
Parlamenterên koma S&D û Raportora YE'yê ya Tirkiyê Katî Pîrî li ser navê komê bi daxuyaniyeke niviskî wiha gotin:
'TIŞTÊN KU DIDIN DÛRÎ DEMOKRASIYÊ NE'
''Encamên hilbijartinê wek ku, tenê dema ku namzetê tê xwestin bi ser dikeve tê naskirin. Ne ku tenê li Stenbolê namzetê CHP'ê dema ku Şaredariya Şaredariya Mezin bi dest dixe AKP vê die ber pirsa, niha jî şaredarên HDP'ê yên ku hatine hilbijartin, namzetên wan nadin wan û şaredariyê didine namzetekî dî yê ku di hilbijartinê de bûye duyemîn. Çawa dibe ku Desteya Hilbijartina Bilind hem namzetiya van kesan qebûl dike û hem jî piştî ku têne hilbijartin dikare namzetê partiyeke dî hilbijêre?
Ev ji demokrasiyê û hurmeta li encamên hilbijartinê pir dûr e. Koma S&D dixwaze mazbatayan bidin hemû şaredarên ku hatine hilbijartin.''
'JI BO TÊKILIYÊN YE Û TIRKIYÊ WÊ ENCAMÊN XWE HEBIN'
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hişyarî li Tirkiyê hate kirin û hate gotin, ''Heke meqamên Tirk bi rengekî kêfî şaredaran ji peywirên wan bistînin û encamên hilbijartinê yên ku partiyên muxalîf bi dest xistine qebûl neke, ji bo têkiliên dahatuyên yên YE û Tirkiyê ev ê encaman bi xwe re bîne.''