Parlementera Swêdê: Sedema hemû aloziyan Erdogan e

Parlementera Swêdê ya Parlementoya Ewropayê Bodîl Valero diyar kir ku Erdogan têk diçe û derbarê tecrîda li Îmraliyê got ku “Li dijî hemû zagonan e.”

Parlementera Swêdê ya Parlementoya Ewropayê Bodîl Valero ya ku li ser navê Koma Keskan ji Tirkiye û Kurdistanê berpirsyar e, diyar kir ku têkçûna Erdogan a di hilbijartinên herêmî de erênî ye û got ku “Mirovan fêm kirin ku sedema hemû pirsgirêkan Erdogan e.”

Valero ji ANF’ê re axivî û got ku “Di sala 2014’an de dema me dest bi kar kir, hin koman dixwestin muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re were sekinandin lê ji bo ku em Kurdan bi tenê nehêlin, em li dijî vê pêşniyazê derketin.”

‘DEMA KU ERDOGAN TÊK ÇÛ DIVÊ EM MUZAKEREYÊN ENDAMTIYÊ BIDOMÎNIN’

Valero got ku “HDP jî naxwaze Yekîtiya Ewropayê têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qut bike. Lê dema ku desthilatariya Erdogan têk çû divê em karibin muzakereyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bidomînin. Heke muzakere bi dawî bibin, ji bo destpêkirina wê divê konsey li ser biryarekê be. Lê tu carî nabe ku ew li ser fikrekê bin. Konsey jî piçekî nêzî Erdogan e.”

‘TIRKIYE Û OSO JI BO LI DIJÎ KURDAN ŞER BIKIN ALÎKARÎ JI EWROPAYÊ XWESTIN’

Valero di heman demê de Endama Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlementoya Ewropayê ye. Valero got ku “Dema Parlemento bi Komîsyona Parastinê re hevdîtin dikir, endamên OSO’yê hatin û xwestin em piştgiriyê bidin wan. Li gorî wan Kurd terorîst bûn û diyar dikirin ku YPG û YPJ rêxistinên terorîst in. Ev tiştekî gelekî xerab û seyr e.”

Valero diyar kir ku mafê Tirkiyeyê tuneye ku axa welatekî din dagir bike û got ku “Erdogan ji bo ku Kurdan tune bike, dikeve Sûriyeyê. Ev jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û mafê Erdogan tuneye ku vî tiştî bike.”

Valero bal kişand ser vî tiştî ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin divê biryara dadgeha Belçîkayê bînin rojevê  got ku “Li dijî zagonan e ku PKK rêxistina terorê be. Heke me zagonên xwe pêk bianiya, me yê gotina rêxistina terorê rakira. Heke em nikaribin vî tiştî bikin, em ê nikaribin bibêjin ku em dewleta hiqûqê ne.”

‘TECRÎDA LI SER OCALAN LI DIJÎ ZAGONAN E’

Valero diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re li dijî hemû zagonan e û got ku, “Heta ku rêgezên demokrasiyê nekevin meriyetê, em nikarin qala demokrasiyê bikin. Prensîbên dewleta hiqûqê, tevgerîna li hemberî girtiyan diyar dike lê Tirkiye li gorî van zagonan tevnagere.”