Çalakvanên grevê ya li Swêdê bi Amnesty re civiyan

Kurdistaniyên ji bo rakirina tecrîda l iser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê di grevê de ne, duh serdana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) kirin û bi rêveber Amî Hedenboûrg û Maja Aberg re civiyan.

Heyetek ji çalakvanên grevê ya ji 4 kesan pêk dihat, di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û tevlîbûna 7 hezar girtiyan û li dijî tecrîda Ocalan ketine grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger agahî dan.

Heyetê anî ziman ji bo çareseriya pirsa Kurd û aştî li Tirkiyeyê pêk were kilîd Ocalan e û daxwaz ji rêveberên Amnestyê kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

AMNESTY: EM Ê BIKEVIN NAVA HEWLDANAN

Maja Aberg diyar kir ku wê mijarê bibin ji bo rêveberên Wezareta Têkiliyên Karê Derve yê Swêd, rêveberên navendî ya Amnesty û maseya Tirkiyeyê, ji bo grevên birçîbûnê di weşanên wan de jî cih bigire wê bikevin nava hewldanan.

Piştî civînê Berdevka Çapemeniya Amnesty Amî Hedeborg a bersiva pirsên ANF’ê da, diyar kir ku bûyerên li Tirkiyeyê pir metirsîdar û fikarin.  Hedenberg anî ziman ku bi hezaran kes li ser sûcên bê bingeh  girtî ne û got: “Li Tirkiyeyê çapemenî azad hatiye girtin. Ji bûyerên rûdidin bi fikar in.”

Hedenborg da xuyakirin ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê destpê kir belavî Ewropayê bûye û got: “Ketina mirovan a ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan fikarên heyî dide nîşandan.”

ÇALAKVANÊN GREVÊ: EM BI BIRYAR IN

Çalakvanan roja Înê li ser rêya 4 a Stockholmê ya herî qelebalix û stasyona metroyê belavok belavkirin.

Çalakvanên di nava heyetê de cih girtin û bi Amnestyê re civiyan ji ANF’ê re axivî nû diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome di çalakiya xwe de bi birar in, bang li gelê Kurd kir ku xwedî li grevên birçîbûnê derkevin.

Nadîa Selah a ji Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne weke kesek weke lîderekî gelê Kurd û têkoşîna azadya hejaran digire dest û diyar kir ku wê bi saya Ocalan aştî û demokrasî pêk were. Bang li her kesî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan têkoşînê bike.

Lokman Fûran jî diyar kir ku Erdogan dîktatoreke û Ewropa jî 3 meymûniyê dike. Fûran anî ziman ku Ewropa naxwaze binpêkirinên li Tirkiyeyê bibîne.

Fûran da xuyakirin ku li sazî, dezgeh û partiyên li Swîsreyê geriyan ku têkildarî mijarê hestyar bin û got: “Yekan e çareserî Serok Abdullah Ocalan e. Yekan e kesê vê xwînê bide rawestandin ew e.”

Mehemt Bazîkî jî bibîr xist ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan e li ser hemû gelan tê kirin. Bazîkî got: “Em tecrîdê napejirînin. Heta tecrîd bidome em ê bi berxwedanê li gel hevrêyên xwe vê berxwedanê bidomînin.”