Li Strasboûrgê roja 119’an: Ciwanan piştgirî dan

Li Strasboûrgê berxwedêr 119 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Ciwanên Kurd hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê û diyar kirin ku li her qadê wê berxwedanê geş bikin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 119’an de didome.

Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de 14 çalakgeran li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Roja Şemiyê çalakger Yuksel Koç û Denîz Surgut tendirustiya wan xerab bûbû ew rakiribûn nexweşxaneyê.

CIWANÊN LI MÛLHOÛSEYÊ HATIN SERDANA ÇALAKGERAN

Komek ciwanên Kurd ji bajarê Mûlhoûse yê Fransayê ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran. Ciwanên ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger in, diyar kirin ku li hemberî tecrîdê divê berxwedan were geşkirin. Ciwanan diyar kirin ku “Li her qada jiyanê divê em berxwedanê geş bikin.”

Ciwanan diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger xebatên agahdarkirinê hatine zêdekirin. Ciwan bi belavok û broşuran dixwazin li hemberî tecrîdê bihistyariyekê çêbikin.

Ji ber ku çalakgeran greva birçîbûnê tendirustiya wan ne baş e, bi tenê çend deqîqeyan dikarin mêvanan pêşwazî bikin.