Italî ketin greva birçîbûnê, li Den Haagê grev didome

Li Den Haagê ya Hollandayê greva birçîbûnê ya 2 aktivîstan hindik maye bibe 80 roj, li paytexta Iyalyayê Romayê jî grev kete roja 17'an. Gelek Italî jî ketin greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê ya Huseyîn Yildiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Den Haagê kete roja 78'An, a Hasbî Çakicî jî kete roja 77'an.

Hate gotin rewşa moralê ya du çalakgeran jî baş e lê rewşa wan a tendirisiyê xirab dibe. Zikê wan diêşe. Li gel vê sergêjînek bi wa nre zêde dibe.

Li paytexta Italyayê Romayê jî greva birçîbûnê ya Erol Aydemîr kete roja 17'an. Komîteya Kurd jî ji bo destekê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir.

Her wiha dosta Kurd, aktivîstajin Sveva Haerter jî ragihand ku ew ketiye greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan, senatorê berê yê Italî Gîovannî Rûsso Spnanna jî Sibe ji bo du rojan, ji bo destekê wê bikeve greva birçîbûnê.

Dostên Kurdan ên Italî ku li tora 'Rete Kurdistanê' de ne, biryar dan ku dest bi greva birçîbûnê ya dorveger bikin.