Li Galê bi sedan kes ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê meşiyan

Li bajarê Newportê yê Galê çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş di roja 112’an de didome. Li Cardîffê jî bi tevlêbûna bi sedan kesan, meşek hate lidarxistin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îmam Şîş li bajarê Newportê yê Galê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Berxwedana Şîş di roja 112’an de didome.

Îro ji bo piştgiriya berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê li Cardîffê meşek hate lidarxistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.

Endamê Parlementoya Galê Delyth Jewell di meşê de axivî û bang li hikumeta Keyîtiya Yekgirtî kir ku bila bêdeng nemînin.

Di hefteyên borî de jî ji aliyê partiya Plaîd Cymrû derbarê grevên birçîbûnê pêşniyazname pêşkêşî Parlementoya Galê hatibû kirin.

Raportor Katî Pîrî di peyameke xwe ya di 1’ê Nîsanê de jî ji ber dengê xwe yê stratejîk HDP pîroz kiribû. Katî Pîrî wêneyekî xwe yê bi Hevşaredarê Mêrdîn Ahmet Turk re belav kiribû û gotibû “HDP’ê bi dengê xwe yê stratejîk şaredarî careke din bi dest xist ên ku di sala 2016’an de hatibûn desteserkirin. Li Mêrdînê li Ahmet Turk pîroz be.”