EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li ber navenda BBC’ê çalakiya li dijî tecrîdê pêk hat
Bi armanca balkişandina ser çalakiyên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina bêdengiya televîzyona BBC’yê, li ber navenda wê çalakî hate lidarxistin. -
Li Zurih û Rennesê ciwan û jinan çalakî kirin
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin dewam dikin. Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ciwan û li bajarê Rennes ê Fransayê jî jin li qadan bûn. -
Ûgûr Şakar bi merasîmeke biheybet hate veşartin
Ûgûr Şakar ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û zexta dewleta Elman a li ser Kurdan şermezar bike li ber dadgeha Krefeldê bi çalakiyê şehîd bûyî, li goristana Neussê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Norweç: Li Îmraliyê divê li gorî peymanên navneteweyî tev bigerin
Wezîrê Karê Derve yê Norweçê, anî ziman ku divê li Îmraliyê li gorî peymanên navneteweyî tev bigerin. Wezîr got: “Divê PKK û Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyên siyasî çareser bikin.” -
Schreer: Ez ê tim bibêjim, ji Ocalan re azadî
Aktivîstê aştiyê Claûs Schreer ê 80 salî ku ji bo alaya YPJ'ê û pankarta ''Ji Ocalan re azadî'' hilgirtî, 2800 Euro cezayê pereyan lê hate birîn. Schreer got, ''Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ'ê hildim'' -
Berxwedana Strasboûrgê kete roja 100'î
Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên li Strasboûrgê, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî kete roja 100'î. Rewşa çalakgeran her roja ku diçe xirabtir bibe jî moralê wan baş e. -
Kurdên li Danîmarkayê ji bo grevên birçîbûnê daketin kolanan
Kurdên li Danîmarkayê dijîn ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê di nava çalakiyan de ne. -
Greva li pêşiya PE’yê di roja 2’an de ye-NÛ BÛ
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li bajarê Fransa Strasboûrgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi 250’î kesan destpê kirî di roja 2'an de bi 380'î kesan didome. -
Li gelek bajaran şehîd hatin bibîranîn -NÛ BÛ
Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar ê li Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên canbexşane pêk anîn, li gelek bajaran hatin bibîranîn. -
Li pêşiya PE’yê banga ‘têkoşînê bilind bikin’ hate kirin
Di çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin banga bilindkirina têkoşînê hate kirin. -
Xelatgirê Nobelê Esqûîvel piştgirî da grevên birçîbûnê
50 Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan bang kiribûn.Hunermendê Arjantînî Adolfo Perez Esqûîvel ku ji ber xebatên xwe yên di qada mafên mirovan de Xelata Aşitiyê ya Nobelê girtibû, piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê. -
FEDA’yê ji bo merasîma cenazeyê Şakar banga tevlîbûnê kir
FEDA’yê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar kir ê ku li dijî tecrîda Îmralî agir berdabû bedena xwe, banga tevlîbûnê kir. -
Li Linzê Newroz hat pîrozkirin
Li bajarê Linzê yê Ewûstûryayê Kurd û dostên xwe Newroz pîroz kir. -
YJKE ji bo tevlêbûna merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk ên Elmanyayê (YJKE) diyar kir ku cenazeyê Ûgûr Şakar ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû wê di 26’ê Adarê de were veşartin û banga tevlêbûna girseyî kir. -
Li Baselê NCDK’ê kongreya xwe li dar xist
Li Baselê NCDK’ê 6’emîn kongreya xwe bi şîara “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” lidarxist. -
Çalakgerê greva birçîbûnê Xelîl rakirin nexweşxaneyê
Şiyar Xelîl ê ku 58 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye rakirin nexweşxaneyê. -
Li Brukselê li dijî nijadperestiyê meş hate lidarxistin
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayêye bi hezaran kes bi sloganên ‘Rêz, hurmet û wekhevî’ meşiyan. Platforma Leyla Bide Jiyîn jî tevlî meşê bû. -
Li Goteborg, Lavrîo û Torontoyê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê û li bajarê Torontoyê yê Kanadayê Newroz bi awayekî coş hate pîrozkirin. -
Li Parîs û Rennesê tecrîd hate protestokirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Rennesê tecrîda Îmralî bi çalakiyan hate protestokirin. -
Bayram Namaz li Stûttgartê hate bibîranîn
Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku di êrîşeke bombeyî de li Rojava şehîd bû, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Bijîşkên li Elmanyayê: Tecrîd travmayeke mezin ava dike
Bijîşk çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û bal kişandin ser travmaya psîkolojîk û sosyolojîk a li ser gel. Bijîşkan diyar kirin ku divê tecrîd were rakirin. -
Li Sydneyê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê bi coşeke mezin Newroz hate pîrozkirin. -
KCDK-E'yê banga çalakiya rûniştinê ya li ber PE'yê kir
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiya rûniştiyê ya li ber Parlamentoya Ewropayê kir, ku tê payin 25-29'ê Adarê çalakî were kirin. -
Li Romayê agirê Newrozê hate vêxistin
Li paytexta Italyayê Romayê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn. -
Li Êrîvanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin
Li paytexta Ermenistan Êrîvanê li salona Arno Babacaniyan bi coşeke mezin Newroz hate pîroz kirin.