Li pêşiya PE’yê banga ‘têkoşînê bilind bikin’ hate kirin
Di çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
Di çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
Greva birçîbûnê ya bi tevlîbûna nûnerên partiyên, saziyên Tirkiyeyî û gelek Kurdan a ji bo li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Parlementoya Ewropayê (PE) hatiye destêkirin, roja yekem li pey xwe hişt.
Kurdistaniyên ku her roj saet navbera 11:00-17:00’an li pêşiya PE’yê kom dibin, daxwaz ji dewletên Ewropa dikin ku di mijara tecrîda li ser Ocalan de dawî li faşîzma AKP’ê bînin.
Di roja yekem a çalakiyê de Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî di nav de gelek nûnerên saziyên cuda axivî û di axaftinan de bal hate kişandin ku li girtîgehan 4 li Elmanyayê jî welatiyê bi navê Ûgûr Şakar çalakiyeke fedayî pêk anîne. Di axaftinan de bang hate kirin ku divê dewletên Ewropî berjewendiyên xwe bidin aliyekê û ‘xwedî li nirxên xwe derkevin’ ji bo tecrîd bi dawî bibin bikevin nava tevgerê.
Piştî axaftina bi şûnde ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nepoxên spî ku li ser ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bera hewa hate berdan.
Her wiha nepoxên ku poterê Ocalan pêve hate girêdan hate berdan û şûnde girtiyek li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye bi rêya telefonê tevlî bernameya çalakiya li pêşiya PE’yê bû.
Girtiyê berxwedêr anî ziman ku divê gelê Kurd bi ti awayî rênede faşîzma AKP-MHP’ê, eger ku alîkarî û piştevaniya van partiyan bê kirin xiyanet e. Girtiyê berxwdêr anî ziman ku divê her kes destekê bide çalakiyê û li dorî çalakiyên fedayî yên li girtîgehan her rojê dakevin kolanan û berxwedanê xurt bikin.
Çalakiya pêşiya PE’yê saet 17:00’an roja yekem bi dawî bû, sibe wê bi heman saetê destpê bike.