FEDA’yê ji bo merasîma cenazeyê Şakar banga tevlîbûnê kir

FEDA’yê  ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar kir ê ku li dijî tecrîda Îmralî agir berdabû bedena xwe, banga tevlîbûnê kir.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar banga tevlîbûnê kir.

FEDA’yê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand; “Bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibin.”

MERASÎM SIBÊ SAET 13:00’AN E

Di daxuyaniyê de sersaxî hate xwestin û hate gotin; “Ûgûr Şakar roja 26’ê Adarê saet 13:00’an li Goristana Neûss (Navnîşana Rheydter str 191 Neuss 41464) merasîma cenaze wê were lidarxistin, serî de em bang li gelê xwe û hemû kesên li dijî zilmê disekinin û xwedî wijdan dikin ku beşdarî merasîma cenazeyê Şakar bibin.”