EWROPA
Hemû Nûçe
-
Wekîlê Norwêçî ji bo tecrîda Îmraliyê pirsnameyek da
Serokê Partiya Sor a Norwêçê (Rodt) û parlamenter Bjornar Moxnes, tecrîda li Îmraliyê ji hikumetê pirsî û jê xwest ku ji bo rakirina tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bike. -
Li Hollandayê êrîşa çekdarî: Kesek mir
Li bajarê Ûtrech ê Hollandayê êrîşeke çekdarî hate kirin û kesek mir. Gelek kes jî birîndar bûn. -
KCDK-E’yê banga çalakiya hevdem kir
Hevserokên KCDK-E’ê di derbarê berxwedanên çalakiya Zulkuf Gezen a fedaî de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî û şehîd bûyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand bang kir ku êvara Duşemê bi hevdemê çalakî bê kirin. -
Li Danîmarka û Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Alberslûnd ê Danîmarkayê û li bajarê Gîfhorn ê Elmanyayê Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin silavkirin. -
Li Hollandayê wê Newroz were pîrozkirin
Li Hollandayê bi wesîleya Newrozê wê di 20’ê Adarê de li bajarên Arnhem û Geleenê meş werin lidarxistin. Di 24’ê Adarê de jî wê Newroz were pîrozkirin. -
Li 4 navendan kongre hatin lidarxistin
Li bajarên Reûtlîngen, Hannover, Esslîngen û Nurnbergê DTKT û meclîsên jinan kongreyên xwe lidarxist. -
Malbatên berxwedêrên Strasboûrgê: Dibe ku sibê dereng be
Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê banga hewldanan kir. -
Newroza Swîsre: Navê berxwedanê Leyla ye!
Bi hezaran kesên li Newroza Swîsreyê hatin ba hev, Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de silav kirin û peyam ‘Leyla navê berxwedanê ya dijî zilmê bi agirê Newrozê hilbûye ye.’ -
Komkujiya Helepçe li Freîbûrgê hate protestokirin
Li bajarê Freîboûrg ê Elmanyayê ji bo protestokirina Komkujiya Helepçe û bîranîna şehîdên Helepçeyê çalakiyek hate kirin. -
Li Parîs û Rennesê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê mîtîngek kirin. Li bajarê Rennesê jî bi pêşengtiya jinan jî meşek hate kirin. -
Marksîst û Lenînistên Elmanyayê peyama piştgiriyê dan
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê 90 roj in greva birçîbûnê didome. Marksîst û Lenînîstên li Elmanyayê hate serdana çalakgeran û peyama piştgiriyê dan. -
Çalakiyên piştevaniya bi grevan re didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li Koln a Elmanyayê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewleta Tirk protesto kirin. -
Li Erfûrtê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Erfûrt a Elmanyayê çalakvanên greva birçîbûnê Cemal Kobanê û parlementera Elman jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. -
Li Swîsreyê ji bo Leyla Guven pankart bi îstastona trênê ve hate kirin
Li bajarê Chûrê yê Swîsreyê bal hate kişandin ser tecrîd û grevên birçîbûnê. -
Li Drancyê ji bo piştgiriya HDP Îdirê şevek hate lidarxistin
Li Drancyê ya Parîsê ji bo HDP Îdirê şeveke piştgiriyê hate lidarxistin. -
Berxwedana Strasboûrgê 3 meh li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran 3 meh li pey xwe hişt û kete meha 4’an. Çalakgeran ragihandin ku di şikandina tecrîdê de bi biryar in. -
Li Lîmassolê komkujiyên Qamişlo û Helebce hate şermezarkirin
Li bajarê Qibris Lîmassolê komkujiyên Qamişlo û Helebce hate şermezar kirin. -
Tecrîd li sê navendên Fransayê hate protestokirin
CDK-F bi hemwext li 3 navendên Fransayê tecrîd protesto kir û banga beşdarbûna çalakiya Repûblîqûeyê kir. -
Koçak ê ku ev 25 roj in di grevê de ye: Min berxwedan hilbijart!
Koçak ê ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got, ''Berxwedan jî û bêdengman jî tercîhek e ku piştre mirov wê hesab bi xwe re bîne'' û got li bara bedên ku her roj diheliyan wî jî berxwedan hilbijartiye. -
Li Zurîhê 15 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan
Li bajarê Swîsre Zurîhê 15 hezar kes beşdarî meşa ji bo avhewayê bûn. -
Li Strasboûrgê li Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê hate avakirin
Greva bêdawî-bêdorvger ya Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan di roja 128’an û ya li Strasboûrgê jî di roja 89’an de ye. Bi tevlîbûna tevgerên Tirkiyeyî ‘Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê ya Strasboûrgê’ hate avakirin. -
Piroglu li Strasbourgê axivî: Em bibin dengê berxwedanê
Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu ê li Strasbourgê di serdana berxwedêrên greva birçîbûnê de axivî got, “Em bibin dengê vê berxwedanê.” -
Doxtorê Fransî: Her kêlî rewşa çalakvanên Strasboûrgê giran dibe
Doxtorê Fransî yê berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê mûayene kir, hişyariya semptomên di çalakvanan de tê dîtin her diçe xeteriyê li ser jiyana wan dike. -
Konferansa Kurdan a li Kibrisê: Divê hevgirtin were xurtkirin
Li Lefkoşayê ya ku paytexta Kibrisê ye, derbarê Kurdan û stratejiyên li Rojhilata Navîn konferansek hate lidarxistin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz tevlî konferansê bû û diyar kir ku divê hevgirtin were xurtkirin. -
Şaredariya Strasboûrgê piştgîrî da grevê: Em li gel we ne
Alîkara Serokê Şaredariya Strasboûrgê Françoîse Bey a serdana greva bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrg a Fransayê dom dike kir, anî ziman ku ev çalakî ji bo demokrasiyê berxwedaneke, li gel vê berxwedanê ne.