YJKE ji bo tevlêbûna merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk ên Elmanyayê (YJKE) diyar kir ku cenazeyê Ûgûr Şakar ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû wê di 26’ê Adarê de were veşartin û banga tevlêbûna girseyî kir.
Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk ên Elmanyayê (YJKE) diyar kir ku cenazeyê Ûgûr Şakar ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû wê di 26’ê Adarê de were veşartin û banga tevlêbûna girseyî kir.
YJKE’yê diyar kir ku cenazeyê Şakar wê roja Sêşemê wê saet di 11’an de li Rheydter Str. 191, 41464 Neûssê were veşartin.
YJKE banga tevlêbûna merasîmê kir û got ku “Cenazeyê Ûgûr Şakar ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’ê Sibatê de xwe şewitandibû û di 22’ê Adarê de li nexweşxaneyê şehîd bûbû, wê di 26’ê Adarê de were veşartin.
Kurdên li Ewropayê di serî de çalakiya Şakara ji bo hemû Kurdan banga berxwedanê ye. Em bang li gelê xwe dikin ku bila bi awayekî xurt tevlî merasîma veşartina cenazeyê Ûgûr Şakar bibin.”