Xelatgirê Nobelê Esqûîvel piştgirî da grevên birçîbûnê

50 Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan bang kiribûn.Hunermendê Arjantînî Adolfo Perez Esqûîvel ku ji ber xebatên xwe yên di qada mafên mirovan de Xelata Aşitiyê ya Nobelê girtibû, piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê.

Endazyar, peykertiraş, şêwekar û profesorê zanîngehê yê ji Bûenos Aîresî Adollfo Perez Esqûîvel bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêne girt û piştgirî da grevên birçîbûnê.

Esqûîvel bi wêneyê çalakgerên greva birçîbûnê û dovîza li dijî tecrîdê wêne girt.

Esqûîvel bi salan e piştgiriyê dide gelê Kurd. Esqûîvel piştî ku Ocalan sala 1999’an bi komployekê hate dîl girtin, di nava kesên kesên ku Înîsyatîfa Azadiya Ocalan îmze kiri de cih digirt. Hunermendê ji Arjantinê  beriya demekê ji bo rakirina tecrîdê bi 50 xelatgirên Nobelê re daxuyaniya hevpar dabû.

50 Xelatgirên Nobelê ji bo Ocalan bang kiribûn.