Katî Pîrî ji bo Mûşê pirs ji YSK’ê kir
Raportora Parlementoya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Katî Pîrî pirsî bê ka çima Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hemû serlêdanên mûxalefetê red dike.
Raportora Parlementoya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Katî Pîrî pirsî bê ka çima Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hemû serlêdanên mûxalefetê red dike.
Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê twîtterê got ku “Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) çima hemû serlêdanên îtîrazê yên partiya desthilatdar qebûl dike lê serlêdanên mûxalefetê red dike? #Mûş#Bedlîs#Agirî#Batman#Mêrdîn”
Statement @TimmermansEU on need for Pres. Erdogan to respect election results in Ankara & Istanbul.
— Kati Piri (@KatiPiri) April 6, 2019
How could Election Council YSK accept almost all re-count claims by ruling party, and nearly none by opposition? #Muş #Bitlis #Ağrı #Batman #Mardinhttps://t.co/HP73AB5sce
Katî Pîrî di 4’ê Nîsanê de jî li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû “Demokrasî ne dengdan e, hejmartina dengan e.”
Raportor Katî Pîrî di peyameke xwe ya di 1’ê Nîsanê de jî ji ber dengê xwe yê stratejîk HDP pîroz kiribû. Katî Pîrî wêneyekî xwe yê bi Hevşaredarê Mêrdîn Ahmet Turk re belav kiribû û gotibû “HDP’ê bi dengê xwe yê stratejîk şaredarî careke din bi dest xist ên ku di sala 2016’an de hatibûn desteserkirin. Li Mêrdînê li Ahmet Turk pîroz be.”