ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -III
Berxwedana sala 2021'ê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li welatê Mandela li Efrîkaya Başûr dest pê kir. Kampanya sendîkayên Îngiliz jî li parzemînên Ewropa, Emerîka, Efrîka û Awûstralyayê belav bû. -
ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çelîk: Bi komkujiyê xwestin demografiya herêmê biguherînin
Li Îzmîrê di salvegera komkujiya Gurgumê de komeleyên Elewiyan û partiyên siyasî daxuyanî dan û diyar kirin ku bi komkujiyan xwestin demografiya herêmê biguherînin. -
Twîtterê hesabên ajansa me yê Kurmancî girt
Twîtterê hesabê ajansa me yê serwîsa Kurmancî bi navê bikarhêner “@ANF_Nuce_Ku” girt. -
Li hemberî zilma li ser girtîgehan li Stenbolê meşek hate lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk li hemberî êşkenceya li girtîgehan ji Taksîm Tunelê heta avahiya HDP’ê meşiyan. Polîsan êrişî çalakiyê kirin û gelek kes destgîr kirin. -
Li Girtîgeha Kiriklarê girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Bûca ya Kiriklarê li dijî binpêkirinên mafê mirovan û îşkenceyê girtî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan anî ziman ku li girtîgehê tu ewlehiya canê wan tuneye. -
Doza Kobanê: Dozek komplogerî ya siyasî ye
Endama MYK’a HDP’ê Gulfer Akkaya ku ji Doza Kobanê tê darizandin axivî û got: “Ev dozek komplogerî ya siyasî ye. Li welat ji damezrandina Komarê vir ve pirsgirêka Kurd heye û ji ber ku wan ji pirsgirêka Kurd re çareserî xwestiye ew niha tên darizandin." -
Ji ÎHD'ê li 30 bajaran nobeda 'Em jiyanê diparêzin'
ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş li 30 bajaran dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir. Di çalakiyan de bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be. -
Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku HDP ji bo çareseriyê bi rola xwe radibe û got: "Ji bo em mîsyona xwe ya dîrokî pêk bînin me dest bi hevdîtinên çareseriyê kiriye." -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
HBDH: Em ê hesabê Meraşê û Roboskê bipirsin!
HBDH'ê ji bo salvegera komkujiya Meraşê û Roboskê daxuyanî da û got ew ê hesabê komkujiyan bipirsin. -
Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû -II
Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, çalakî û xwepêşandanên Kurdistaniyan tevahiya salê dewam kirin. Berxwedana îsal ji salên din gelekî cuda û bi bandor bû. -
ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DAÎŞ’ê êrişê Heşdî Şebî kir: 2 kuştî û 4 birîndar
Hat ragihandin ku vê êvarê çeteyên DAÎŞ’ê li Selahedînê êrişî hêzên Heşdî Şebî kir. Di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne. -
Di nobeta malbatên girtiyan de peyamên berxwedanê
Komeleya Jinan a STAR’ê ya Wanê çû serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. -
Li peravên Yewnanistanê keştiya koçberan noqav bû
Li nêzî girava Folegrandros (Bolûkendîre) ya Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqav bû û bi dehan koçber di behrê de winda bûn. -
Însiyatîfa Zarokên Agir gelek kargeh û wesayit şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku gelek kargeh û wesayitên 'faşîstan' şewitandine. -
TCŞ û TêkoJIN'ê ji bo ciwanên destgîrkirî banga xwedîderketinê kirin
TCŞ û TêkoJIN'ê nerazîbûn nîşanî destgiîrkirina ciwanên Kurd ên li welatên Ewropayê da û bang li Kurdan hemûyan kirin ku berxwedanê mezin bikin. -
Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: 7 kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Emîn Orhan û nûçegihanê ETHA'yê Erturk Yilmaz jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin. -
Destîna Yildiz: 'Xwekuştina' kesekî ku dixwest gilî bê kirin, bi guman e
Ji parêzerên Vedat Erkmen Destîna Yildiz got, "Îdîaya xwekuştinê ya li ser kesekî ku ji malbata xwestibû gilî bike, cihê gumanan e." -
Sala 2021’ê tecrîd girantir bû, berxwedan jî li cîhanê belav bû –I
Sala 2021’an tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bû, her wiha têkoşîna ji bo tenduristî û azadiya Ocalan jî bû xwedî asteke global. -
ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtî Tepelî: Dema Garîbe hate qetilkirin min dît
Girtiyê bi navê Denîz Tepelî yê li Girtîgeha Kandiraya Koccaeliyê ya Tîpa F’yê tê girtin, anî ziman ku dema ku Garîbe Gezer hatiye qetilkirin wî dîtiye. -
‘Bila girtîgeh nevegerin cihê mirinê‘
Hevserokê Rêxistina HDP’a Fatîhê Seyîr Îpek anî ziman ku li gel binpêkirinên mafan girtîgeh veguherîne cihê mirinê û banga hestyar li raya giştî kir. -
SOHR: 3 karkarên ji Sûriyê li Tirkiyê hatin şewitandin
SOHR'ê ragihand li Tirkiyê 3 karkarên penaber ên ji Sûriyê 19'ê Mijdarê bi encama êrîşa nîjatperest hatine şewitandin û kuştin.