Çelîk: Bi komkujiyê xwestin demografiya herêmê biguherînin

Li Îzmîrê di salvegera komkujiya Gurgumê de komeleyên Elewiyan û partiyên siyasî daxuyanî dan û diyar kirin ku bi komkujiyan xwestin demografiya herêmê biguherînin.

Li Îzmîrê bi boneya 43’emîn salvegera komkujiya Gurgumê, komeleyên Elewiyan û partiyên siyasî daxuyanî dan çepmeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Komujiya Gurgumê me ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin“, “Bêdeng nemîne, bêdeng bimînî wê dur were te jî“ û “Komkujiya Gurgumê jibîr neke û nede jîbîr kirin“ hatin hildan.  Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

‘XWESTIN KURDAN QIR BIKIN‘

Hevseroka DAD’a Îzmîrê Nebahat Çelîk daxuyanî xwend. Çelîk anî ziman ku bi qirkirina Gurgumê re xwestin Gurgumê bê elewî û bê Kurd bihêlin û got: “Bi komkujiyê xwestin Kurdan qir bikin. Weke gelek herêman xwestin li Gurgumê jî demografiya herêmê biguherînin.“

Çelîk diyar kir ku tişta li Gurgumê pêk hat sûcê li dijî mirovahiyê bû û got: “Divê bi komkujiyan re rû bi rû bên. Di 43’emîn salvgera komkujiya Gurgumê de em carek din kujeran lehnet dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin.“