ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li Mêrsînê avakirina xwe ragihand, bal kişand ser bêhiqûqiyên zêde dibin û xwest tecrîd were bi dawî kirin. -
Xizmên girtiyan diçin Enqerê
Xizmên girtiyan yên di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin ji bo ku dengên wan were bihîstin ber bi Enqereyê ve ketin rê. -
Bîrol: Berdana êrişkar peyameke eşkere ye
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyarkir ku serbest berdana faşîstê ku êrişê rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevler kiribû peyameke eşkere ye. -
Nobeta Edaletê ya li Amedê: Ger deng bê dayin wê zilm biqede!
Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Amedê didomînin de ji bo serbest berdana girtiyên nexweş careke din bang hat kirin û peyama “Ger deng bê dayin wê zilm biqede” hate dayin. -
Faşîstê êrişî HDP’ê kiribû hate berdan
Mûhammed Eren Sutçu yê ku bi çek û kêran êrişî HDP’ê kiribû hate berdan. -
Ferît Şenyaşar serdana ÎHD û DÎP'ê kir
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe berxwedana xwe dewam dike, serdana endamên ÎHD û DÎP'ê kir. -
Aboriya Tirkiyeyê serberjêr bû: Enflasyonê rekor şikand
Li gorî daneyên TUÎK'ê, enflasyon gihîşt asta herî bilind a 19 salên dawî. Ji rêjeya ji sedî 36'an derbas kir. -
'Ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir tevdigerin'
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li girtiyên Kurd, ji hiqûqa dijmin jî girantir e. -
ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Kaya: Dawiya saltanata AKP'ê hatiye
Rexmê êrîşa polîsan jî gel li ber avahiya HPD’ê ya Bahçelîevlerê ya Stenbolê li hev civiya. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya anî ziman ku dawî li saltanata AKP’ê hatiye û got: “Em ê kesên ku îxanet li mirovahiyê, azadiyê û kedê kiriye bavêjin sergoya dîrokê.” -
Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku avakirina xwe ragihand, xwestin tecrîd were bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan. -
Hejmara 224'an a Stêrka Ciwan gihîşt ber destê xwendevanan
Hejmara 224'an a kovara Stêrka Ciwan gihîşt ber destê xwendevanên xwe. -
Şakar: Krîz ji ber tecrîdê ye, çareserî jî berxwedana kolektîf e
Mahmût Şakar anî ziman ku modela li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan û ji wir jî li tevahiya Tirkiyeyê hatiye belavkirin û got, "Tecrîd, şer, nêzîkatiya li girtiyên nexweş, krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke giştî, bi berxwedaneke kolektîf wê çareser bibin." -
Serxwebûn bi hejmara taybet derket: 44 salan 480 hejmar, 36 hejmarên taybet
Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya taybet de cih da nivîseke ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan ku beriya niha qet nehatiye weşandin. -
ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
ÎHD: Bila Korkmazê bi awayekî qismî felc bûye serbest were berdan
ÎHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û xwest Korkmazê bi awayek qismî felc bûye demildest were berdan. -
‘Ji ber ku Kurd e ATK’Ê biryara dikare di girtîgehê de bimîne da‘
Rewşa girtiyê nexweş Civan Boltan ku bijîjkan rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dan wî her ku diçe giran dibe. -
Dayikên Şemiyê: Salek bi zext û binpêkirinên mafan tejî derbas bû
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 875’emîn de diyar kirin saleke ku bi zext û binpêkirinên mafan tejî derbas kirin û got: “Pergala ku mafê jiyanê, demokrasiye, maf û azadiyan nas nake, Tirkiye ji edalet, aştî û hiqûqê dûr xist.” -
Nobeda Edaletê ya Amedê di roja 47’an de ye
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbaten girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 47’emîn de didome. Malbatan banga piştgiriyê û hestiyariyê kirin. -
Gardiyanan hewl da girtî bixenîqînin
Girtiyên bi navê Reşît Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê girtin, da xuyakirin ku gardiyanan hewl daye wî bixeniqînîn. -
Gorgun: Hîna mûçeyê asgarî nehatiye dayîn nirxê xwe winda kir
Nûnerê DÎSK’ê yê Enqerê Tayfûn Gorgun anî ziman ku meaşê herî kêm ango mûçeyê asgarî yê sala 2022’yan wek 4 hezar û 250 lîreyê Tirk hate eşkerekirin û got:"Lê belê hîna tu kesê negirtî nirxê xwe winda kir." -
HBDH: Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin
HBDH’ê diyar kir ku di sala 2021’an de wan 128 çalakî kirine û got “Me dîwarên tirsê yên faşîzmê hilweşand. Di sala 2022’an de jî em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.” -
Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
Osmaniye jî di nav de li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate kirin û 15 kesên ji Efrînê hatin destgîrkirin, 5 ji wan jî hatin girtin. -
Ciwan xwedî li rastiya xwe derdikevin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yûsûf Aliş diyar kir ku ew li dijî kirinên antîdemokratîk têdikoşin û got “Ciwan xwedî li rastiya xwe derdikevin.” -
ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2022’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.