Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li dijî êrîşa nîjadperest a 28'ê Kanûna 2021'an ku li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelîevlerê hatibû kirin bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li Qada Şîrînevlerê şermezar kir. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Stenbolê, parlementerên HDP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Qada Şîrînevler û Rêxistina Bahçelîevlerê beriya meşê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Ligel astengiya polîsan jî girse bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" û "Heq, hiqûq û edalet" dest bi meşê kirin. Di vê demê de polîsan pêşiya girseyê girt û 10 kesî destgîr kir. Ligel destgîrkirinan jî dîsa girse meşa xwe domand. Girseya ku gihîşt ber avahiya HDP'ê ya navçeyê, ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.
‘HDP TU CARÊ PAŞ DE GAVAN NAVÊJE’
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu axivî û bertek nîşanî astengiya polîsan da. Encu anî ziman ku bi awayek bê hiqûqî daxuyaniya me tê astengkirin û got: “Berî ku daxuyanî were dayîn, polîsan êrîş kir. Hevalên me hatin destgîrkirin. Em ji kesên ku rê didin bêhiqûqiyê re wiha dibêjin; HDP bi êrîş û destgîrkirinan xelas nabe û dest ji doza xwe bernade. HDP tu carê paş de gavan navêje. Li vî welatî HDP edalet û bi hevre jiyanê diparêze. Hûnê rêzê ji vê partiyê re bigrin. Em ê we bavêjin sergoyên dîrokê.”
‘AKP’Ê EMRÊ XWE TIJÎ KIR’
Paralamentera HDP’ê Huda Kaya jî anî ziman ku ligel hemû êrîşan jî îro bi berxwedanê em hatin ba hev û got: “AKP’ê emre xwe tijî kiriye. Hûn îro hene lê sibê tunen e.”
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî bibîrxist ku HDP partiyekî 6 milyon deng girtiye û got: “Ji hezîranê û vir de li ser partiya me êrîşên cuda pêk tên. Herî dawî hevala me Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hate qetilkirin. Heman êrîş xwestin li avahiya Bahçelîevlerê pêk bînin. Li rexmê dorpêça polîsan a li dora avahiyê jî êrîşkar rehetî dikare bikeve hindir. Êrîşkar vê wêrekityê ji kê digrin? Vê hêzê ji gotinên desthilatdariyê distînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “HDP hêvî ye û hêvî li ser lingan e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” dawî bû.