'Ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir tevdigerin'
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li girtiyên Kurd, ji hiqûqa dijmin jî girantir e.
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li girtiyên Kurd, ji hiqûqa dijmin jî girantir e.
Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bal kişand ser desthilatdariya bêpîvan dûrî hiqûqê û got, "Berpirsyariya me ya exlaqî û wijdanî ye ku li gel hişyariya civakî divê em xwe bi rêxistin bikin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya serdemên 25 û 26'emîn Sîbel Yîgîtalp ku endametî ji Dîwana Serokatiyê ya Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê re kiribû û niha neçar maye li derveyî welat bijî, diyar kir ku Tirkiye ji aliyê hejmara girtîgeh û girtiyan ve li Ewropayê di rêza destpêkê de ye. Yîgîtalp anî ziman ku tê plankirin îsal 18, heta sala 2024'an jî 40 girtîgehên nû li Tirkiyeyê bêne çêkirin.
Yîgîtalp bi bîr xist ku herî kêm 100 girtiyên Kurd tevî ku cezayên wan qediyane jî nayên berdan û destnîşan kir ku poşmanî û îtirafkarî li girtiyan tê ferzkirin.
Yîgîtalp anî ziman, di rojên dawî yên sala 2021'ê de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û got, "Dema ku mirov bala xwe bide ser şêweyê mirinê û veşartina cenazeyên girtiyan, hingî dibîne ku feraseta heyî ya desthilatdariyê polîtîkayeke. Lewma mirinên li girtîgehan ji rêzê nîne."
Yîgîtalp diyar kir ku girtiyên bi nexweşiyên giran ji mirinê re têne hiştin û piştre jî daxuyaniya 'mirî hate dîtin' têkildarî wan tê dayin û got, "Girtiyên ku 24 saetan bi kamerayan têne şopandin, bi rêk û pêk êşkence li wan tê kirin, zexta psîkolojîk li wan têkirin mirî nayên dîtin, tenê dikarin bêne kuştin. Mafê dermankirinê û mafê berdanê di rojên xwe yên dawî de yên girtiyên nexweş têne binpêkirin. Bi vî rengî ji mirinê re têne amadekirin. Piştre jî bi biryara nepenîtiya dosyayê û hin sedemên cuda agahî nayên parvekirin."
ALIYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ DIJMINATIYA LI KURDAN E
Yîgîtalp bi bîr xist ku siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk tevî ku girtiya bi nexweşiya giran e hîn jî dîl tê girtin û destnîşan kir ku ya di şexsê Tûglûk de tê kirin lingê girtîgehê yê dijminatiya li Kurdan a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Yîgîtalp got, "Desthilatdariya heyî, girtiyan li hemberî siyaseta legal a Kurdan weke dîlgirtiyan dibîne. Di her berxwedana Kurdan de êrişî girtiyên Kurd dike, dikuje, destûrê nade wesayita cenaze jî û nahêlin ku bi kefen jî bêne veşartin. Ev kiryar ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir û giran e. Li hemberî me desthilatdariyeke bêpîvan heye. Ev desthilatdarî di binpêkirina hiqûqê de sînoran nas nake. Berpirsyariya me ya exlaqî û wijdanî ye ku li gel hişyariya xwe ya civakî divê em xwe bi rêxistin bikin."