ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bêyî ku li benda testa DNA bimînin li Goristana Bêkesan hatin veşartin
Cenazeyên 4 gerîlayên jin yên di naverasta meha Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şehîd bibûn, bêyî ku testa DNA’yê were çêkirin li ‘Goristanan Bêkesan’ hatin veşartin. -
HDP: Em ê 2022'an bikin sala rizgariya ji desthilatdariyê!
Hevserokên HDP'ê peyamek ji bo sala nû weşandin û gotin, "Bi têkoşîna hevpar re em ê 2022'an bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê." -
Forûma Çandê ya Elmanyayê ji bo Tûglûk dest bi kampanyayê kir
Forûma Çandê ya Elmanya Tirkiyeyê, ji bo berdana siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Aysel Tûglûk dest bi kampanya îmzeyan kir. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran febrîqe şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li pênc bajaran gelek febrîqe şewitandine. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan. -
KON-MED'ê bi hêviya saleke bê şer sersal pîroz kir
KON-MED'ê bi hêviya ku di sala 2022'an de şer tune be, sala nû li gelên cîhanê pîroz kir. -
KOMAW: Divê qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin!
KOMAW'ê ragihand ku rakirina qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî her kesî tê û got, "Li şûna piştgirî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê re bê dayin, divê ev sûcên li dijî mirovahiyê bêne rawestandin." -
KNK'ê bi banga diyalog û tifaqê sala nû pîroz kir
KNK'ê sala nû pîroz kir û ev bang li hêzên Kurdistanî kir, "Her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewldanên dijmin û dagirkeran bêne têkbirin. -
ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan êrîşî çalakiya ji girtiyên siyasî re azadî kir
Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re bi şîara “Em ê nehêlin ku girtîgeh bibin malê mirinê“ li Kadikoyê xwest daxuyaniyê bidin çapmeniyê. Polîsan êrîş kir û di encamê de gelek kes hatin derbkirin û destgîrkirin. -
Peyama MLKP’ê ya ji bo sala 2022’an
MLKP’ê têkildarî sala nû ya 2022’an peyamek weşand û diyar kir ku sala 2022'an bi têkoşîna xwe ya rizgariya neteweyî bi hêrseke çînî pêşwazî dikin . -
Li Kurkçulerê lêgerîna nava dev û mûayeneya bi kelepçe tê ferzkirin
Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê “lêgerîna nava dev” û “mûayeneya bi kelebçeyî” tê ferzkirin û girtiyên li Rîzeyê jî hatin surgunkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serlêdaneke nû kirin. -
Gardiyanan gef xwarin: Edalet nîne, em ê te tune bikin
Girtî Cûmalî Yildirim ji ber ku xwest mafê xwe yê qanûnî bi kar bîne, gardiyanan gef lê xwarin û jê re gotin, "Li vir edalet nîne, em ê te tune bikin." -
Villo Sigurdsson: PKK tevgereke azadiyê ye
Şaredarê berê yê Kopenhagenê Villo Sigurdsson ragihand ku yek ji şertên herî girîng û pêşîn ên aştiya li Rojhilata Navîn derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye û got, "PKK tevgereke azadiyê ye. -
ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji ber ji kujere gote kujer lêpirsîn li Bûldan vekirin
Serdozgeriya Komara Tirk ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de bi îdiaya ku di dema darizandina kuştina doza Denîz Poyraz de "Gotin û tevgerekî heqaretî nîşan de ye " lêpîrsin da destpêkirin. -
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 28 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê 28 girtî di greva birçîbûnê de ne. -
HDP’ê li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobetê kir
Rêxistina HDP’a Enqerê li avahiya xwe li dijî êrîşan dest bi çalakiya nobetê ya rojekê kir. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên ked û girseya demokratîk serdana çalakiya nobetê kirin. -
Doza Denîz Poyrazê taloqî 24'ê Çileyê hat kirin
Di doza Denîz Poyrazê de serokê dadgehê bêyî ku parêzer beyanên xwe bilêv bikin biryara xwe ya navberê daxuyand û dozê taloqî 24'ê Çileyê kir. -
Li Şedadê li hemberî dewleta Tirk meşek hate lidarxistin
Bi sedan kesên ji navçeyên başûrê kantona Hesekê li hemberî dewleta Tirk meşiyan. -
Dozgeriyê pêdivî pê nedît ku lêpirsîna li ser Gencer bide destpêkirin!
Derbarê Onûr Gencer ê ku Denîz Poyraz kuştibû û li Sûriyeyê perwerdehiya çekdarî stendibû, biryar hate dayîn ne hewce ye lêpirsîn were destpêkirin. -
Doza Denîz Poyraz: Wê kujer hesap bidin!
Rûniştina doza kuştina Denîz Poyraz dest pêkir. Di rûniştinê de kujer Onûr Gencer keniya û ev tişt bû sedema hêrsbûnê. Li eywanê sloganên ‘Wê kujer hesap bidin’ hatin berzkirin. -
OHD û TUAY-DER'ê xwestin ku li hemû girtîgehan lêkolîn were kirin
OHD'ê û TUAY-DER'ê Imralî jî di nav de xwestin ku şandeyeke serbixwe li girtîgehan lêkolînê bikin. -
Fehîme Poyraz: Ev doza gelê Kurd e
Fehîme Poyraz a ku dayika Denîz Poyraz e got “Ev bi tenê doza gelê Kurd û yên ku piştgiriyê didin gelê Kurd e.”