KON-MED'ê bi hêviya saleke bê şer sersal pîroz kir
KON-MED'ê bi hêviya ku di sala 2022'an de şer tune be, sala nû li gelên cîhanê pîroz kir.
KON-MED'ê bi hêviya ku di sala 2022'an de şer tune be, sala nû li gelên cîhanê pîroz kir.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya sala nû peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, "Sala nû li Rêber Apo, gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz be" û hate bibîrxistin ku sala 2021'ê bi têkoşîneke mezin bi encam bû û ev berxwedan bû hêviya azadiyê ji gelên Rojhilata Navîn re.
KON-MED'ê bi hêviya ku sala 2022 bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bibe sala aştî, azadî û demokrasiyê ji bo mirovahiyê, sala azadiyê ya têkoşîna gelê Kurd, sersal li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir.