Dozgeriyê pêdivî pê nedît ku lêpirsîna li ser Gencer bide destpêkirin!

Derbarê Onûr Gencer ê ku Denîz Poyraz kuştibû û li Sûriyeyê perwerdehiya çekdarî stendibû, biryar hate dayîn ne hewce ye lêpirsîn were destpêkirin.

Îro li Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê danişîna ewil a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer tê lidarxistin. Derket holê ku leşkerên bi navê Burhan Tîmur û Abdullatîf Koçak û Kadîr Çatak ên li bajarê Baybûrtê niha wezîfedar in û wexta êriş pêk hatiye li Sûriyê wezîfedar bûne û telefonî kujer Onûr Gencer kirine. Ev leşker niha li Fermandariya Tûgaya Komando ya 17’emîn wezîfedar in. 

Hat zanîn ku ji ber ev leşkerên ku nasnameya wan hatiye tespîtkirin li Sûriyeyê wezîfedar bûne îfadeyên wan ên derbarê bûyerê de nehatiye stendin.

Hat tespîtkirin ku ji leşkeran Burhan Tîmur di telefona Gencer de wek “Komando Burhan” qeyd kirîbûye û pê re axiviye. Lê belê qeyda HTS’ê ya derbarê Tîmur de li dosyeyê nehatiye zêdekirin. Tîmur daxilî çarçoveya dosyeya lêpirsînê nehatiye kirin. 

Di qeydên HTS’ê yên bersûc de navê “ESAM EL MUHAMMED, FATMA HACI MUHAMMAD an jî ABDO ACÎ" ku kesên biyanî ne, hatine tespîtkirin. Lê belê her çiqas di hejmara telefonên bi kar anîne û diyar bûbe li Tirkiyeyê dijîn jî derbarê wan de tu tiştek nehatiye kirin.