Aboriya Tirkiyeyê serberjêr bû: Enflasyonê rekor şikand
Li gorî daneyên TUÎK'ê, enflasyon gihîşt asta herî bilind a 19 salên dawî. Ji rêjeya ji sedî 36'an derbas kir.
Li gorî daneyên TUÎK'ê, enflasyon gihîşt asta herî bilind a 19 salên dawî. Ji rêjeya ji sedî 36'an derbas kir.
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku di bin kontrola desthilatdariya AKP-MHP'ê de ye, daneyên enflasyonê yên meha Kanûnê eşkere kir.
Lİ gorî vê yekê Endeksa Buhayê Serfkaran a meha Kanûnê (TUFE) li gorî mehek berê bi asta ji sedî 13.58 zêde bû. Li gorî salê jî gihîşt rêjeya ji sedî 36.08. Enflasyona salane bi vî rengî ji Îlona 2002'an û vir ve gihîşt asta herî bilind.
Endeksa Buhayê Hilberîner (UFE) jî meha Kanûnê di asta mehan de ji sedî 19.08, di asta salane de jî ji sedî 79.89 zêde bû.
Kanûna 2021'ê buhayê 364 madeyan zêde bû.
Lêkolînerên Serbixwe dibêjin, daneyên TUÎK'ê rast nîne û rewş ji ya hatiye eşkerekirin gelekî girantir e.