ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser Eyn Îsa û gundê Belûniyê, her wiha li ser Kobanê jî tevgera droneyên keşfê heye. -
Bi moşekan êrîş birin ser baregeha Tirk a li Başîkayê
Hate ragihandin bi 3 moşekên katyûşa êrîş çûye ser baregeha leşkerî ya Tirk a li bajarokê Zilkan a Başîkayê ya li herêma Mûsilê ya Iraqê. -
Meşa Dirêj îsal wê li Fransayê were kirin
Meşa Dirêj ku her sal tê kirin îsal bi pêşngiya ciwanên Kurd bi çarçoweya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ di navbeyna 06-11’ê Sibatê de li Fransayê wê were kirin. -
ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwan: Em ê hesabê Enes bipirsin!
Polîsan êrîş birin ser rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê yên ku bertek nîşanî întîharkirina Enes Kara yê li yurda cemaetê ya ku ji ber zextên malbatê lê dima dan, kirin rojnameger Yadîgar Aygun jî di nav de gelek kes bi îşkenceyê destgîr kirin. -
Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi Papanreoû re rûniştin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi serokwezîrê berê û parlementerê Tevgera Guherînê ya Yewnanistanê George Papandreoû re li navenda giştî ya HDP’ê rûniştin. -
Kesên nerazîbûn nîşanî kujerên Dedeogûllari dan hatin destgîrkirin
Xizmên malbata Dedeogûllari yên ku tevlî tevlî rûniştina doza qetilkirina malbata Dedeogûllari bûn, ji ber ku nerazîbûn nîşanî kujeran dan hatin destgîrkirin. -
Dedeogullari: Destê dewletê di komkujiyê de heye
Çetîn Dedeogullari ku malbata wî hate kuştin got, ''Destê hin saziyên dewletê jî di nav vî karî de ye, kujer hate perwerdekirin û malbata min tine kirin.'' -
KCÊ-E: Bi zêdekirina hêza Êzîdxanê mirov dikare li Zerdeşt Şengalî xwedî derkeve
Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê (KCÊ-E) Femandar Zerdeşt Şengalî bi bîr anî û got, ''Tekane rêya azadî û siberojê, xurtkirin û mezinkirina YBŞ/YJŞ û Asayişa Êzdîxanê ye.'' -
Doza Komkujiya Dedeogûllari: Rûnişt hate taloqkirin
Rûniştina doza li ser komkujiya nijadperest a li dijî Malbata Dedeogûllari hate taloqkirin. -
Başaran: Tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin li ser civakê didome
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got “Rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê hatibû destpêkirin li ser civakê belav dibe. Ev tecrîd li ser girtiyan zextên mezin pêk tîne.” -
Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin
Muwekîlên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan. -
Doza Dedeogûllari: Polîsan êrişî malbatê kirin!
Di rûniştina doza Komkujiya Dedeogûllari de, kujerên nijarperest îfadeyên nakok dan. Polîsan jî êrişî xizmên Malbata Dedeogûllari kirin. -
Malbata Şenyaşar ev 312 roj in ji bo edaletê nobetê digire
Malbata Şenyaşar bang li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kir û got, ''Hemû bar wê li ser we bimîne.'' -
Nahêlin ku girtiya nexweş Morsumbul tedawî bibe
Hate diyarkirin li ser jiyana girtiya bi nexweşiya giran Eser Morsumbul ku nayê tedawîkirin, rîsk heye. -
ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên Edaletê yên li Amed û Wanê didomin
Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, bênavber didome. -
Polîsên Tirk beriya rûniştina dozê teblîqata 'qeçaxbûn'ê bi derî ve daleqand
Teblîgata rûniştinê ku nav û hejmara nasnameyê ya siyasetmedarê Kurd Salîh Akdogan û yên pê re tên darizandin hebû bi deriyê malê ve hate daleqandin. -
Derbarê 7 parlementerên HDP'ê û parlementerekî TÎP’ê fezleke hatin şandin
Fezlekeyên ku derbarê 7 parlementerên HDP'ê û parlementerekî TÎP’ê hatin amadekirin ji meclîsê re hatin şandin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke nû hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Gunay: Em bi hev re HDP'ê biparêzin û li dijî AKP-MHP'ê têbikoşin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Hêzên demokrasiyê divê bi hev re HDP'ê biparêzin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têbikoşin." Gunay ji bo desthilatdariyê jî got, "Heta HDP hebe hûn ê nikaribin bi ser bikevin." -
'Li Tirkiyeyê şerê psîkolojîk ji şerê rastî girantir e'
Li Tirkiyeyê ku bi dehan sal in nijadperestî li Kurdan tê kirin, vê dema dawiyê koçber û penaber jî dibin hedefa êrişên nijadperestiyê. -
Li heft bajaran gelek kargeh û wesayit hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li heft bajaran gelek kargeh, febrîqe û wesayit şewitandine. -
Namzedê serokkomariyê yê PDK’ê bû sedema nerazîbûnan
Namzetiya Huşiyar Zêbarî yê PDK'î, ku ji bo Serokkomariya Iraqê hate nîşandan, bû sedema nerazîbûnan. Dadgerek dibêje, "Huşiyar Zêbarî bersûcê gendeliyê ye û nabe bibe namzet." -
ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.