ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtî: Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak gefê li me dixwe
Ozan Alpkaya ku li girtîgeha Kiriklarê di grêva birçîbûnê de ye got, Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak gefê li wan dixwe. Girtiyan gotin, ''Ewlehiya me ya jiyanî nîne.'' -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdan kirin. -
Omer Ocalan: Divê deriyê Îmraliyê vebe
Parlementer Omer Ocalan diyar kir heta Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke mezin de ye, nikaribe biaxive wê her spekulasyon bibe malzemeyeke siyasî û got “Ji xeynî Abdullah Ocalan, her kes diaxive. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.” -
ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
Heyeta dadgehê piştî axaftina şahidên roja qetlîamê li cihê bûyerê bûn, doza Denîz Poyrazê taloqî 29'ê Nîsanê kir. -
Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
Dayik Fehîme Poyraz ku di doza Denîz Poyrazê de axivî, bertek nîşanî helwesta kujer Onûr Gencer da û got: "Terorîst ew e. Pişta xwe disipêre kê û wisa bi rihetî xeber dide? Pêşî divê kesên ew perwerde kirine bên cezakirin." -
Gencer behsa plana xwe ya qetlîamê kir
Onûr Gencerê ku Denîz Poyrazê qetil kir, anî ziman ku ne poşman e û li xwe mikur hat ku wî qetlîam plan kiriye. -
Pêşwazîkirina kujer Gencer di odeya meqamê de!
Parêzer Gurbet Uçar da zanîn ku kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer li Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajar a Îzmîrê li odeya meqamê hatiye ezimandin. -
Doza Denîz Poyraz: Sancar xwest mudaxîl bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di rûniştina doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û xwest mudaxilî dozê bibe. Sancar diyar kir ku desthilatdarî berpirsê êrişê ye. -
Bi îdîaya 'Heqaret li Davûtoglû kiriye' ceza li Demîrtaş birîn
Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî, bi îdîaya ku heqaret li Ahmet Davûtoglû kiriye, bi cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Sancar: Têkoşîna hevpar yekane rêya rizgariyê ye!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya rûniştina doza têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz, daxuyaniyek da û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê sîstem, desthilatdarî û sîstema xwînxwar, têkoşîna hevpar e." -
Piştgiriya ji bo Sezen Aksû zêde dibe
Ji qada çand, huner û medyayê 217 kesî piştgirî dan hunermend Sezen Aksû, ku desthilatdariyê gefê lê xwar. -
ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Ji 20 baroyan daxuyaniyeke hevpar: Bila înfaza Tûglûk bê taloqkirin
Der barê rewşa Aysel Tûglûk de 20 baroyan daxuyanyeke hevpar da û daxwaz kirin ku înfaza wê bê taloqkirin. -
Namzetê YNK'ê yê Serokomariya Iraqê Berhem Salih e
Endamê Polîtburoya YNK'ê Eta Serawî aşkera kir ku biryar hatiye dayîn ku namzetê wan ê Serokomariya Iraqê Berhem Salih be. -
Girtiyan hişyarî da: Dibe ku cinayetên komî çêbibin!
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê bi nameyekê bal kişandin ser astengkirina mafê tedawîbûnê ya 5 girtiyan û gotin, 'her gav dibe ku bimirin'' -
ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş Çabûk ev 12 roj in di beşa lezgîn de ye
Girtiyên nexweş Tûran Çabûk ê ku xwîn çûye ser mejiyê wî, ev 12 roj in di beşa lezgîn de têkoşîna jiyanê dide. -
Rewşa 3 girtiyên din ên nexweş giran e
Komele û înîsiyatîfan bal kişandin ser rewşa giran a girtiyên nexweş Mûrat Gunturk, Naîl Demîr û Abdûrrahîm Çetînkaya û girtiyê şehîd bûyî Ramazan Tûran bi bîr anîn. -
MLKP: Rojavayê Kurdistanê berdewamiya Komara Kurdistanê ye
MLKP–Rêxistina Kurdistanê bi boneya salvegera Komara Kurdistanê ya li Mahabadê daxuyaniyek da û ragihand: “Komara Kurdistanê li dijî van hemû polîtîkayên bendkirinê vejîneke nû a qetandina zencîra koletiyê bû.” -
Li Îzmîrê bal kişandin ser qetlîama li Basa
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişandin ser qetlîama li Basa yaku dewletê Tirk kiribû û got “Ji kesên qetlîam kirine heta kesên fermana wê dane, divê hemû berpirsyar werin darizandin.” -
Êzidî li ber êrîş û peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe didin
Ji bo Şengal û Êzidiyên ji Fermana 73’an rizgarbûyî, bi rengek din bê qirkirin, vê carê PDK, hikûmeta Iraq û Emerîka bi peymana 9’ê Cotmehê xwestin bikevin Şengalê û plana mayî ya DAÎŞ’ê temam bikin. -
HDP: Desthilata AKP/MHP'ê dijminê miriyên Kurdan e jî
HDP'ê bal kişande ser Ramazan Turan li girtîgehê şehîd bûye, wesaita cenaze nedane û got, ''Desthilat dijminatiyê li miriyên Kurdan jî dike.'' -
Sazî û dezgehên Êzîdî: Li dijî fermaneke nû em rabin ser piyan
Sazî û dezgehên Êzîdi bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dewleat Tirk a li ser Şengalê, li ser YBŞ'ê şermezar kirin û banga kirin xwedîderketineke mîna 3'yê Tebaxa sala 2014'an were kirin. -
Li Bûrsayê êrîş birin ser 2 kesên ji Sûriyê
Li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê êrîşa çekdar birin ser 2 kesên ji Sûriyê. Ji Sûriyeyiyan 1 jê hate kuştin.