ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bal kişandibû ser girîngiya rêxistiniyê ji bo jinên Rojhilatî û gotibû, "Rejîma li wê derê ol kir amûreke siyasî, netewetî jî kir dewlet. Li dijî wê sîstema ku azadî ji jinê dizî, tevlîbûna her hevalê ya li nava têkoşînê, bersiva herî mezin e."
- Endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr diyar kir ku ji bo çalakiyên li Ewropayê bi taybetî ya li Parîsê amadekariyên dawî têne kirin û got, "Ji bo hesabpirsîna ji kujeran em bang li her kesî dikin ku li dora şehîdên Parîsê bibin yek."
- Hejmara Çileya 2022'an a Newaya Jin ku bi mijara komkujiyên siyasî yên li dijî jinê hatiye amadekirin, giraniyê dide ser Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê û Komkujiya Silopiyayê ya 4'ê Çileyê.
- Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp ragihand ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li girtiyên Kurd, ji hiqûqa dijmin jî girantir e.