Ferît Şenyaşar serdana ÎHD û DÎP'ê kir
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe berxwedana xwe dewam dike, serdana endamên ÎHD û DÎP'ê kir.
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe berxwedana xwe dewam dike, serdana endamên ÎHD û DÎP'ê kir.
Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza Edaletê dike. Çalakiya Nobeda Edaletê îro kete roja 301'ê. Ferît Şenyaşar ku ji bo tevlî forûmeke Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bibe hate Stenbolê, ji bo wergirtina piştgiriya hiqûqî serdana Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir. Şenyaşar ji aliyê endamên ÎHD û Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎP) ve hate pêşwazîkirin.
'BAV Û 2 BIRAYÊN MIN LI PÊŞ ÇAVÊN HER KESÎ QETIL KIRIN'
Ferît Şenyaşar di dema serdanê de axivî, qala roja êrişê û pêvajoya piştî wê kir û anî ziman ku li şûna kujeran ew tên darizandin.
Ferît Şenyaşar anî ziman ku bav û 2 birayên wî li pêş çavên her kesî hatin qetilkirin û got, "Tevî vê yekê jî 3 sal û nîv e doz nehatiye vekirin. Ewqas mirov hatin kuştin, lê belê tenê kesek tê darizandin. Ew jî kekê parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz e ku tenê 18 sal ceza lê hatiye birîn. Ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqiyê em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Zêdeyî 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê em nobedê digirin. Di vê çarçoveyê de em serdana rêxistinên hiqûqê dikin û daxwaza piştgiriyê ji wan dikin. Em muxatab nabînin."
Endamên ÎHD û DÎP'ê jî bal kişandin ser girîngiya têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar û peyama piştgiriyê dan.
Ferît Şenyaşar piştre serdana Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn kir. Keskîn di dema serdanê de diyar kir ku wê bikevin nava hewldanên hiqûqî û destnîşan kir ku tişta bi serê malbata Şenyaşar tê "bêwijdanî" ye. Keskîn destnîşan kir ku têkoşîna malbatê bûye hêvî ji her kesî re.